Pîlaneke tarî ya dewleta Tirk e

Duşem 14 Mijdar 2022 - 17:16

Fermandariya Giştî ya Navenda Parastina Gel (NPG) diyar kir ku ti elaqeya hêzên wan bi teqîna li Taksîma Stenbolê re tine û sersaxî ji xizmên kesên kuştî re xwest.

Fermandariya Biryargeha NPG´ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Beriya her tiştî em sersaxiyê dixwazin ji xizmên kesên di teqîna li Stenbolê ya di 13’ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî em şifaya xêrê dixwazin.”

Di dewamê deNPG´ê got, “Gelê me û raya giştî ya demokratîk dizane ku ti têkiliya me bi vê bûyerê re tine, em sivîlan nakin hedef û çalakiyên li dijî sivîlan jî qebûl nakin. Em tevgereke wisa ne ku em têkoşîneke heq û rewa ya azadiyê dimeşînin. Bi perspektîfa ku em dixwazin bi civaka Tirkiyeyê re siberojeke hevpar, demokratîk, azad û wekhev ava bikin, em tevdigerin. Ji ber vê, qet nabe ku em li ser zemîna Tirkiyeyê kesên sivîl bikin hedef.

Eşkere ye ku li hemberî têkoşîna me ya rewa rejîma AKP û MHP’ê ditengije. Bi taybetî ji ber ku teşhîr bû ew çekên kîmyewî bi kar tînin û dîmenê şewitandina leşkerên wan derket holê. Ji bo ku vê rewşê biguherînin, tê dîtin ku dixwazin pîlaneke tarî têxin meriyetê. Piştî vê bûyerê Kobanê kirine hedef û ev jî pîlana wan diyar dike. Dema ku mirov ji vê çarçoveyê lê binihêre, tê dîtin ku ev bûyereke tarî ye, hêmanên ku di vê bûyerê de tên bikaranîn tê îddîakirin ku Kurd yan jî kesên ji Sûriyeyê ne, lê ev tişt wê encamê neguherîne. Tê dîtin ku ev destpêka pîlaneke tarî ye. Di vî warî de giring e ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û raya giştî vê pêvajoya tarî bibînin, ji bo ku ev bûyer were deşîfrekirin têbikoşin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.