• Kamiran Berwarî der barê serdana heyeta eskerî ya dewleta Tirk li Bexda û Hewlêrê de got; “Nîşaneya êrişeke nû ya li dijî PKK'ê ye. Armanc tinekirina Kurdan hemûyan e” 

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Dr. Kamiran Berwarî, hevdîtina Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulûsî Akar û heyeta pê re ya li gel rayedarên Iraqê û piştre li gel raydarên Herêma Kurdistanê axivî û got, rojên metirsîdar li pêşiya gelê Kurd in.
Dr. Berwarî anî ziman ku di vê qonaxê de ku rewşeke aloz li Rojhilata Navîn û bi taybet li ser gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd heye, rewşekî giran, aloz û metirsîdar e û got: “Li gorî çavdêriyên min dibe ku Tirkiye û Iraqê li ser hinek xalên girîng di çarçoveya berjewendiyên hevbeş û aliyên stratejîk de piştî hevdîtina li gel Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî li hev kiribin.”

20 rojên bê metirsîdar in

Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ser bûyerên piştî vê hevdîtinê biqewimin û got: “Li gorî pêşbîniyên min dibe ku 20 rojên dawî şerekî dijwar ji Garê bigire heta Metîna û bigihîje Zaxoyê rû bide. Ji meha Hezîrana 2020’ê ve Tirkiye bi pîlanekî hewl daye ku xaka Başûrê Kurdistanê, navîna Iraqê dagir bike. Hikûmeta Tirkiye û Iraqê bi hevkariya hinek partiyên desthilat ên Başûr bi hev re pîlanek daniye ku van herêman kontrol bikin. Bi taybet dewleta Tirkiye hewl dide ku ji sînorê Başûrê Kurdistan ji Xabûr bigire heta Rebîa û Şengal jî di nav de û ji wir jî heta sînorê Ûrdunê bixe  destê xwe.”

Armanc tinekirina Kurdan hemûyan e

Berwarî li ser armanca serdana heyeta dewleta Tirk jî got: “Aramanca wan a esasî û pîlanên wan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.”
Berwarî armancên Dewleta Tirk jî wiha rêz kir:
-Lewazkirina tevgera azadiya gelê Kurd, şervan û pêşmergeyan.
-Di warê erdnîgarî de cudakirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
-Têkbirina Xweseriya Şengalê û qirkirina civaka Êzidî, yek car tinekirina civaka Êzidî ji Iraq û Cîhanê. Dest danîna ser vîna civaka Êzidî.
-Lewazkirin û bê vînkirina hikûmeta Herêma Kurdistan piştî ku destanî ser hikûmetê û şûnde. Jinavbirina hemû destkeftiyên gelê Kurd heta hilbijartinên Iraqê lewazkirina hikûmeta herêmê. Bike ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bikeve bin desthilata Hikûmeta Iraq û Tirkiyeyê.
-Pêşiya Îranê bigire ku nekare ti peywendiyek bi Iraq û Sûriyeyê re pêk bînbe.
-Avakirina herêmeke taybet ji bo Sunniyên Iraqê, sînoran rasterast bi Ûrdûn û Tiriyeyê ve girê bide.”

Tevlî vî pîlanî nebin

Berwarî diyar kir ku divê ti aliyekî siyasî yê Kurd tevlî van pîlanan nebe, ji ber ku mîna hewldanek ya referandûmê û dîsa anîna çeteyên DAÎŞ’ê ya sala 2014’an û got: “Ji wê ye ku divê hikûmeta herêma Kurdistanê bi ti awayî tevlî vî pîlanî nebe, li dijî tevgera azadiya Kurdistanê şer neke, êrişî gerîla neke. Ji ber ku ev êrîş dibe sedemê jinavçûna destkeftiyên gelê Kurd.”

Dr. Berwarî di dawiyê de got: “Divê gelê Kurd li şûna çeperan li ber hev daynin, divê yekîtî û yekrêziya li nava xwe bihêztir bike; bi yekîtiya neteweyî bersiva her cûre pîlan û êrişên dewleta Tirk bide.”

NAVENDA NÛÇEYAN