Pîlana wan neçû serî

În 24 Adar 2023 - 00:13

  • NPG: Hikûmeta AKP-MHP dixwaze beriya hilbijartinê şer geş bike. Ji bo wê jî wê êrişan bi pêş bixe. Divê em ji rewşeke wisa re amade bin. Divê ti kes di tedbîran de lawaziyê neke.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê da zanîn ku AKP beriya hilbijartinê dixwaze şer bide destpêkirin û got, “AKP-MHP ji bo karibe desthilatdariya xwe bidomîne, wê her rê û rêbazê biceribîne. Rejîma AKP-MHP'ê beriya hilbijartinê dixwaze şer bide destpêkirin. Ji bo vê jî wê êrişan bike."

NPG´ê bi daxuyaniyekê rewşa dawî ya siyasî û leşkerî nirxand û got, “Tê zanîn ku dijmin bi alîkariya xeta hevkar a Kurd, bi alîkariya sîxûran, xayînan, bi piştevaniya hêzên hegemonîk û bi karanîna çekên qedexe xwest tevgera me tesfiye bike, Herêmên Parastina Medya ji holê rake, gerîla tune bike, li Rojava, li Başûr, li Şengal û li her cihekî destkeftiyên gelê Kurd tune bike û wisa di sala 2023’an a wekî sala 100’emîn a îlana Komara Tirkiyê û sala 100’emîn a Peymana Lozanê de serketina xwe ragihîne. Lê bi saya şehîdên qehreman, keda Rêber Apo, fedekariya gelê me û sekna tevahî xebatkarên têkoşîna azadiyê de ev armanca dijmin pêk nehat. Ango dijmin bi serneket, encam negirt. Di sala 2022’an de li Herêmên Parastina Medya, li navend Zap û li derdora Zapê berxwedana ku di şexsê rêheval Bager, Avzem, Rûbar, Mizgîn, Delîl, Nalîn, Nûrî, Helbest û Doxanan de pêk hat; ji bo dijmin bû bersivekî mezin û dijmin têk bir. 

 

Wateya hilbijartinê girîng e

Li Tirkiyê û li Kurdistanê rojeva hilbijartinê heye. Newroza 2023’an li ser hîmê têkoşîna siyasî, civakî ji beriya hilbijatinê tê pîrozkirin. Ruhê Newrozê yê berxwedanvanî û azadiyê; bi bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ve dikare di pêşxistina hişmendiya neteweya demokratîk, di pêşxistina yekîtiya gelê Kurd, gelê Ereb, gelê Tirk, gelê Fars, Asûrî-Suryan û hemû gelên herêmê de bibe derketinekî nû. Li ser vî esasî rojevên hilbijartinê jî wateyekî xwe yê giring heye. 

 

Biryara bêçalakiyê dewam dike

Weke tê zanîn, vê erdheja mezin a li Kurdistan, Tirkiye û Sûriye çêbûyî; ji ber ku tedbîr tune bûn veguherî komkujî û feleketekî mezin. Tevgera me li hemberî vê rewşa giran, wek hişmendiyekî însanî, exlaqî û civakî bêçalakîtiyê îlan kir, biryargeha me jî ev pejirand û niha bêçalakîtî di meriyetê de ye. Lê belê rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst vê rewşa awarte nade ber çav û êrîşên xwe li ser hêzên me berdewam dike. Di hişmendiya vê dewleta faşîst qirker de hestên însanî nîne. Ew dixwaze li ser cenazeyên însanên me, desthilata xwe ava bike, hebûna rejîma xwe mayînde bike. Ji bona wê jî erê me bêçalakîtî îlan kiriye, lê dijmin xera dike. 

Em dizanin ku rejîma AKP-MHP’ê naxwaze desthilatê berde; dixwaze desthilat û rejîma xwe mayînde bike. Lewre ne dûr e ku faşîzm di van du mehên pêşiya me de gelek bûyerên tarî, dek û dolab, lîstokan pêş bixîne. Rejîm dixwaze aloziyan geş bike, qeyranekî xwedestî (sûnî) ava bike û wisa biçe encamê. Jixwe ji bo hîlekariyê pêş bixe, hinek amadekarî jî kirine.

Di vê çarçoveyê de guman heye ku operasyonên nû pêş bikevin. Jixwe di qada siyasî de operasyona yekem, bi destê Partiya Îyî dan çêkirin û seroka Partiya Îyî Akşener, bi şeklekî ku kesekê hêvî nedikir, ji nişka ve xwe ji maseya şeş kişand. Ev operasyonek bû. Xuya ye hinek baskên dewletê ev operasyon li dar xistin û armanca wan ew bû ku maseya şeş belav bikin, muxalefetê nehêlin, qels bikin. 

 

Şaş nêzî bêçalakiyê nebin

Divê em bizanibin ku operasyona duyem jî li ser têkoşîna azadiya Kurdistanê ye û wê li ser qada siyasî jî operasyon bên li dar xistin. Wê hîn zêdetir li ser Rêber Apo zextê geştir bikin. Heta dibe ku, li ser Rojava yan jî li ser Herêmên Parastina Medya êrîşên nû bên lidarxistin. Ango divê tu heval di vê serdema giring û dîrokî de şaş nêzî helwestên me yên bêçalakîtiyê nebe. Lazim e em bizanibin ku dijmin li vê guhdarî nake, berovajî êrişên xwe xurttir dike û heta ji bo pêla şoven, nijadperest di nava civaka Tirkiyê de xurt bike; dixwaze ji beriya hilbijartinê şer geş bike. Ji bo wê jî wê êrîşan pêş bixe. Divê em qad û heval hemû, ji rewşeke wisa re amade bin. Divê ti kes di tedbîran de lawaziyê neke, berovajî, divê xurtbûnê bikin. Divê hem hêzên leşkerî, hem hêzên siyasî û civakî, di vê dema krîtîk û hesas de pir zêde hişyar bin, ji her cureyê pêşveçûnê re amade bin.”

BEHDÎNAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.