• PDK’ê peymana xwe ya navmala Kurdî xira kir ji bo hikûmeta li Bexdayê û ji bo ku Hoşyar Zêbarî bike serokkomar, kete nav tifaqa Sedr û Helbûsî. Lê ev pîlana PDK´ê li benda Dadgeha Federal a Iraqê şikest. 

Serokê PDK’ê ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, cihgirê xwe Nêçîrvan Barzanî şand ber piyê Muqteda el-Sedr. Tevgera Sedr piştî civînê ragihand ku ew ê tevlî civîna ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê nebin. Serokkomarê Iraqê nehate hilbijartin, Dadgeha Federal a Iraqê jî namzetiya Hoşyar Zêbarî red kir. Bi vî awayî hewldanên serokê PDK’ê Mesûd Barzanî yên ji bo Hoşyar Zêbarî hemû pûç bûn. Dadgeha Federal biryar da berhem Salih heta hilbijartina serokkomarekî nû, serokkomar bimîne.

Di 10’ê Cotmeha 2021’ê de li Iraqê hilbijartina pêşwext bi beşdariya herî kêm a di dîroka Iraqê û başûrê Kurdistanê de pêk hat. Piştî wê bi biryara 30’ê Kanûna 2021’ê ya serokkomarê Iraqê Berhem Salih, parlamena Iraqê 9’ê Çileyê 2022’yan civiya da ku serokê parlamenê hilbijêre.

Di civîna parlamenê de alozî derketin, lê belê di daiwyê de Mihemed Helbûsî careke din hate hilbijartin û bû serokê parlamena Iraqê. Hakim Zamlî bû cihgirê wî yê yekem û Parlamenterê PDK’ê yê Kerkûkê Şaxewan Abdullah jî bû cihgirê wî yê duyem.

Diviyabû çi bibe?

Li gorî qanûnên Iraqê, diviyabû di nava 15 rojan de serokkomarê Iraqê ji nû ve were hilbijartin. Li gorî lihevkirina aliyan, li gorî adetan serokkomar ji Herêma Kurdistanê tê hilbijartin. Heta niha bi dorê Celal Talabanî, Fuat Mehsûm û herî dawî jî Berhem Salih bûne serokkomarên Iraqê.

Li Herêma Kurdistanê jî li gorî lihevkirina di navbera PDK û YNK’ê de, divê serokkomar ji YNK’ê bûya. Lê diyar e ku ev lihevkirin bi helwêstên PDK û YNK´ê hilweşiyaye. 

Li gorî biryara Desteya Serokatiya Parlamenê, diviyabû 7’ê Sibatê serokkomarê Iraqê hatiba hilbijartin. Jixwe piştre jî diviyabû serokkomar koma herî mezin a parlamentoyê ji bo avakirina hikûmetê wezîfedar bikira.

Siyaseta Îranê ya Hewlêr û Bexdayê

Lê belê di 7’ê Sibatê de parlamen nekarî bicive. Lewma Tevgera Sedr bi daxuyaniyekê 5’ê Sibatê ragihand ku ew ê tevlî civînê nebin. Sedr beriya wê, peyamek derbarê namzetê PDK’ê Hoşyar Zêbarî de jî belav kiribû. Wî gotibû, “Heger ne xwediyê şertê serokkomariyê be, ew ê deng nedin (Hoşayar Zêbarî).”

Îran jî piştî hilbijartinên 10’ê Cotmehê bi Iraqê re ji bo avakirina hikûmeteke nû, di nava trafîka dîplomasiyê de ye.

Îran bi rêya PDK’ê dixwaze Şîeyên nêzî xwe, di nava hikûmeta nû ya Iraqê de bi cih bike. Ji bo vê jî Barzanî cihgirê xwe şand cem Sedr. Di 31’ê Çileyê 2022’yan de li Necefê trafîka dîplomasiyê hebû, cihgirê serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî û serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, wê rojê bi serokê Tevgera Sedr, Muqteda El-Sedr re civiyan.

Fermandarê Hêzên Quds ên Îranê Îsmaîl Qaanî jî beriya civînê, 30’ê Çile li Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re, civiyabû. Li gorî agahiyan Qaanî ji Mesûd Barzanî xwestibû ji bo hêzên Şîe tevlî hikûmeta nû bibin, Sedr razî bike.

Li gorî agahiyan, Qaanî ji Mesûd Barzanî xwestiye, YNK û PDK namzetên xwe yên ji bo serokkomartiyê bi paş ve bikişînin û kesekî ku YNK û PDK qebûl bike, bikin serokkomar.

Di 8’ê Sibatê de careke din Îsmaîl Qaanî bi Muqteda El-Sedr re civiya. El-Sedr piştî hevdîtinê peyamek parve kir û israra xwe ya li ser avakirina hikûmeteke pirranî ya nîştimanî îfade kir. Piştî hevdîtinê, li ser hesabê xwe yê twitterê, Sedr ev peyam dabû: “Ne rojhilat, ne jî rojava, hikûmeteke pirranî ya nîştimanî.” Ev jî nîşan dide ku Sedr ji bo avakirina hikûmeteke pirraniyê israr dike.

Dadgeha Federal a Iraqê 6’ê Sibatê namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’î rawestand. Doh jî Dadgeha Federal a Iraqê li ser giliyê Hoşyar Zêbarî, civiya. Dadgehê li ser namzetiya Zêbarî biryara dawî da û namzetiya wî ya ji bo serokkomariyê red kir.

Piştî vê biryarê hewldanên Mesûd Barzanî yên ji bo Hoşyar Zêbarî hemû av û av çûn.

Berhem Salih serokkomar e

Dadgeha Federal weke sedema redkirina namzetiya Hoşyar Zêbarî eşkere îşaret bi îdîayên gendeliyê yên li dijî Zêbarî kir. Dadgeha Federal wekî din biryar da, heta ku parlamen karibe serokkomarekî din hilbijêre, Berhem Salih serokkomarê Iraqê bimîne. 

Gelo PDK hew li tifaqa Kurd vedigere? 

PDK´ya gotî yekane namzetê me ji bo serokkomariya Iraqê Hoşyar Zêbarî ye, xuya ye, namzetekî nû diyar kiriye. Li gorî agahiyên ji kulîsên Hewlêrê, PDK amadekariyan dike ku wezîrê karê hundir ê hikûmeta xwe ya li Hewlêrê Rêber Ehmed weke namzetê serokkomariyê nîşan bide. Heger ev agahiyên kulîsê rast bin, PDK êdî naxwaze li tifaqeke aliyên Kurd vegere. 

BEXDA/HEWLÊR