Pîlana nû ya PDK’ê ya li Şengalê

Nûçeyên Forum

Pêncşem 16 Hezîran 2022 - 22:24

  • Êrişên hewayî yên Dewleta tirk ên li ser Şengalê di sala 2017’an de destpêkirin û di nav 5 salên dawî de çawaniya êrişan gelek merhele li pey xwe hiştin. 

MERWAN ZERDEŞT

Êrişên hewayî yên Dewleta tirk ên li ser Şengalê di sala 2017’an de destpêkirin û di nav 5 salên dawî de çawaniya êrişan gelek merhele li pey xwe hiştin. Herî dawî pêr, di 15’ê Hezîranê de balefirên bêmirov ên biçek Meclîsa Gel a Sinûnê û dikaneke bi meclîsê ve bombebaran kirin. Di encama vê êrişa dawî de zarokek şehîd bû, 7 kes jî bi giranî birîndar bûn. 

Ev êriş bi her awayî sûcekî mirovahiyê ye lê di serî de Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê, ti hêzê ji bo rê li ber van êrişan bigire ti helwêsteke cidî nîşan neda. Ya rastî, bi taybetî nûnertiya NY’yê ya Iraqê û hikûmeta Kazimî şirîkên van êrişan in. PDK û dewleta Tirk jî yekser failên van êrişan e. Di nav salekê de, dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li Nexweşxaneya Sikêniyê, li Meclîsa Gel a Xanesorê, li Meclîsa Gel a Sinûnê xist. Wekî din gelek êrişên din jî kirin û pêşengên civaka Êzîdî, Seîd Hesen û Dijwar Feqîr jî şehîd kirin.

Em bala xwe bidinê, êrişên dewleta Tirk her ku diçin, rasterast sazî û dezgehên civakê, kargehên welatiyan dikin hedef. Ango, dewleta Tirk a dagirker li gel pêşengên civaka Êzîdî, êdî rasterast êrişê dibe ser civakê û ti kes tiştekî nabêje. Sedema van êrişan zelal e, dewleta Tirk û PDK’ê heta niha dixwestin civaka Êzîdî ji Rêveberiya Xweser qût bikin, baweriya gel a ji bo sazî û dezgehên xwe bişikînin. Lê vê encam neda, civaka Êzîdî li dora hêzên xwe yên parastinê, pêşengên xwe û saziyên demokratik zêdetir kom bû. Îsbata vê ya herî berbiçav jî berxwedana 1 û 2’ê Gulanê ya Sinûnê-Dîgurê ye ku artêşa Iraqê li ber vê berxwedanê xwe negirt û vekişiya.

Ev êrişên dawî, encama vê rastiyê ye. Êdî dewleta Tirk, hikûmeta Kazimî û PDK’ê biryar dane ku rastrerast êrişên her warê jiyanê yê civaka Êzîdî bikin. Balkêş e, di êrişên dawî de Meclîsa Gel a Sinûnê û dikaneke pê ve hedef hatin girtin. Peyama qirkeran zelal e; kî tevlî pergala rêveberiya xweser bibe yan jî nêzî vê pergalê be, em ê lê bidin. Şefê faşist Erdogan, beriya bi salan li hemberî berxwedana gelê bakurê Kurdistanê gotibû “Zarok be jî jin be jî em ê lê bixin.” Niha ev gefa Erdogan li Şengalê jî lê ye ku zarokên dibistanê yên li dikana kirtasiyeyê bombebaran kirin û zarok şewitandin. 

Dîmenê wê dikanê ku zarok tê de hatin şehîd kirin, ji şewata sinemaya Amûdê heya Roboskiyê, tabloya qirkirinê raxiste ber çavan. Êdî li Şengalê ji bo qirkeran ti sînor nîne. Yên ku zarokan di dikanan de bombebaran bikin û bişewitînin, dikarin Şengalê hemûyî bişewitînin.

Tişta li ber dilê dewleta Tirk û PDK’ê jî ev e jixwe. Ew tenê gava ku Şengalê bişewitînin, talan û wêran bikin, dikarin dilê xwe hênik bikin.

Armanceke din a vê êrişa dawî heye, PDK dixwaze bi rêbazên şerê taybet di nav civaka Êzîdî de nakokiyan çêke, parçe bike û wan berde hev. Di vê êrişa dawî de hevkariya dewleta Tirk, hikûmeta Kazimî û PDK’ê bi her awayî car din deşîfre bûye. Ne tene hevkarî, bi karbeşiyeke profesyonel êrişa dawî kirin. Piştî êrişa dewleta Tirk, destpêkê artêşa Iraqê kete tevgerê. Nehişt ku gelê Şengalê xwe bigihîne hawara zarokên xwe, rê li ber tanka avê girt da ku cihê şewatê venemirîne û wekî dewleta tirk dest danî ser cenazeyên kesên di êrişê de şehîd bûn. 

Piştî artêşa Iraqê vê carê jî PDK dest bi tevgerê kir. Kesên ji aliye PDK’ê ve hatibûn rêxistinkirin, li şûna ku hesab ji hikûmeta Iraqê û dewleta Tirk bixwazin, berê xwe dan Asayîşa Êzîdxanê û xwestin aloziyan derxin. PDK dixwaze bi rêya çend kesên xwefiroş, gelê Şengalê li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser sor bike, heger karibe şer derxe, wê li ser vê siyaseta xwe bimeşîne. PDK ev demek e ku bi rêya hin komên rêxistinkirî, hewl dide civaka Êzîdî li hemberî hêzên parastina Şengalê rake. Ev tam siyaseta malbata Barzaniyan e ku berdevkên wan hemû dor bi dor dibêjin, “Heger ne ji PKK’ê be, dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê nake.”

Niha dixwazin heman siyasetê li Şengalê jî bixin meriyetê, komên ser bi PDK’ê ve ku beşek ji van ji kampên Başûrê Kurdistanê hatine rêxistinkirin, hewl didin saziyên Rêveberiya Xweser wekî sedema van êrişên qirker nîşan bidin. PDK bi deh salan e ku ji bo yekîtîya civaka Êzîdî bi pêş nekeve, rojê deh teqleyan diavêje, vê carê berê xwe daye tiştekî hîn xeter ku li Şengalê di nav civaka Êzîdî de şer bi pêş bixe.

Ev êrişa dawî, bi destê PDK’ê û bi vê armanca bêbext ve hatiye bipêşxistin. Lazim e her kes, di serî de jî civaka Êzîdî, bi vê rastiyê zanibe û li hemberî lîstikên PDK’ê hişyar be. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.