Pîlana nû ya PDK’ê ya koçberkirina Êzîdiyan

Nûçeyên Forum

Pêncşem 11 Tebax 2022 - 21:21

  • Civaka Êzîdî îsal bi bernameyên cuda fermana 2014’an bi bîr anî. 

Merwan ZERDEŞT

Civaka Êzîdî îsal bi bernameyên cuda fermana 2014’an bi bîr anî. Li Şengal, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û heta Ewrûpayê meş, konferans, civîn û çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Di 8’emîn salvegera fermanê de civaka Êzîdî bi îradeyeke xurt û bi hişmendiya azadiyê ev roja reş bi bîr anî. Ji salên bihurî cudatir, îsal daxwaz û lêgerîna hesabxwestina ji berpirs û sûcdarên fermanê zêdetir derket pêş. Bi taybetî jin û ciwanên Êzîdî ruhê nû yê azadiyê bi xurtî nîşan dan, kesayet û aliyên siyasî yên Êzîdî jî ji bo yekîtî û tifaqa Êzîdiyan peyamên xurtir dan.

Gelo sedem çi ye ku civaka Êzîdî tenê bi bername û merasîmên bibîranînê xwe bi sînor nekir û salvegera fermanê bi çalakiyên pirralî pêşwazî kir. Du sedemên vê hene; ya yekê, civaka Êzîdî êdî xwe ji zimanê ‘rebenî û belengaziyê’ rizgar dike, hebûna xwe ji parastina kesî re nahêle û hesabê 73 fermanan dixwaze. Ev asta nûbûn û guherîna civaka Êzîdî nîşan dide. Ya duyê jî, fermana li ser Êzîdiyan dewam dike û civaka Êzîdî hay ji vê heye. Ji bo vê jî li hemberî hewldanên fermanên nû û bi taybetî jî polîtîkayên ‘fermana spî’ têkoşîneke rojane dimeşîne.

Wekî tê zanîn di fermana 2014’an de yek ji armancên fermanê, qutkirina civaka Êzîdî ji Çiyayê Şengalê bû. Di serî de pêşengê mezin ê Êzîdiyan Şehîd Seîd Hesen û eşîra wî, bi dehezaran kesî terka Şengalê neda û di bin dorpêça DAIŞ’ê de li ber xwe da. Çiyayê Şengalê keleha dawî ya hebûna Êzîdiyan e, heger Şengal were valakirin Êzîdî nikarin hebûna xwe biparêzin. Dost jî dijmin jî êdî bi vê heqîqetê baş dizanin. 

Ji fermanê heta roja me ya îro, siyaseta koçberkirinê li ser Êzîdiyan bi ziravî tê meşandin. Bi taybetî Mala Barzanî û PDK ji bo Êzîdî venegerin ser axa pîroz, her amûra şerê taybet bi kar tînin. Rêber Abdullah Ocalan piştî rizgarbûna Şengalê li ser siyaseta dewleta Tirk û PDK’ê hişyariyên cidî kiribûn û gotibû, “Ji bo careke din Êzîdî venegerin Şengalê, ew ê her tiştî bikin.” Bi rastî jî piştî fermanê, PDK’ê bi dehhezaran Êzîdî di kampan de dîl girtin, ruxmê vê rêgiriyê, bi sedhezaran Êzîdî vegeriyan ser axa pîroz, lê hê jî gelek ji wan di bin kontrola PDK’ê de ne.

Rêber Ocalan bi taybetî di mijara koçberiyê de bi van gotinan civaka Êzîdî hişyar dikir û bangawaziya vegera li Şengalê dikir: “Bi siyaseta şerê taybet dixwazin Êzîdiyan derxin Ewrûpayê. Ev tê wateya tinekirina Êzîdiyan. Di rewşa heyî de li Şengalê zêde Êzîdî nemane. Ev rewş ji aliye dîrokî, civakî û çandî de gelekî xeter e. Heke Ezîdî careke din venegerin li ser axa xwe ya qedîm Şengalê, ev ê bibe felaketeke mezin. Ji qirqirina hebûne xelas bûn, lê ji qirqirina çandî nikarin xwe xelas bikin. Ji bo ku Ezîdî karîbin xwe biparêzin, yek rê heye ew jî vegera axa qedîm Şengalê ye.”

Bi rizgarbûna Şengalê û banga Rêber Abdullah Ocalan, bi dehezeran Êzîdî vegeriyan Şengalê û dest bi avakirina jiyana nû ya azad kirin. Lê PDK´ê dest ji siyaseta xwe ya qirêj a li ser Şengalê bernade. Mala Barzanî dixwaze Êzdiyatiyê tine bike, rêya vê jî xalîkirina Şengalê ji Êzîdiyan e. Ji ber vê hedefê, dewleta Tirk û PDK’ê di 8’emîn salvegera fermanê de pêleke nû ya koçberiyê dan destpêkirin. 

Niha bi plansaziyeke hevpar, dewleta Tirk û PDK dixwazin Êzîdiyan bişînin Ewrûpayê. Di rojên dawî de ji kampên Başûrê Kurdistanê, malbatên Êzîdî bi destê PDK’ê derbasî Tirkiyê tên kirin, ji wir jî wan dişînin Yewnanistanê. PDK bi taybetî li ser ciwanên Şengalê kar dike û dixwaze wan ji Şengalê qut bike. Ango ji Şengalê û kampên li Başûrê Kurdistanê heya Yewnenistanê rêyeke taybet ji bo koçberkirina Êzîdiyan hatiye vekirin. Ev hewldana nû li ser hebûna civaka Êzîdî xetereke mezin e. Lazim e saziyên civaka Êzîdî li hemberî vê pîlana nû hişyar bin û ji bo pûçkirina vê pîlanê hewl bidin. 

Civaka Êzîdî pêwîst e zanibe ku ew kesên rê li ber koçberiyê vedikin, dijminê Êzdiyatiyê ne. Her kî banga koçberiyê, banga çûyîna Ewrûpayê li Êzîdiyan dike, ew dixwaze Êzdiyatî tine bibe. Ji ber vê heqîqetê, divê civaka Êzîdî bi dirûşmeya “Vegera Şengalê tolhildana fermanê ye” berê xwe bide axa pîroz û çawa rê li ber fermana reş girt, rê li ber fermana spî jî bigire.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.