• Xebata li ser kurtefilma bi navê “Pîjek” li kantona Şehbayê didome-

Komîna Sînema ya Avrînê, xebata li ser kurtefilma bi navê “Pîjek” li kantona Şehbayê didomîne. Kurtefilm behsa şehîdan û fedekariya wan ên di oxira parastina welat û axê de dike.
Piştî bidawîbûna çalakiyên Mihrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî, Komîna Sînema ya Avrînê, li ser kurtefilmekê dixebite. Kurtefîlm li ser dayikekê ye ku kurê wê şehîd bûye. Dayik bi ku ve diçe, kurê wê li pêş çavên wê ye û hêviya vegerê dike.
Derhêneriya filmê, endamê rêveber ê Komîna Sînema Avrînê, Cangîn Ebdo ye. Film 10 deqîqeyan dewam dike, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê û gundê Um Hoş ê kantona Kobanê hatiye kişandin û niha di merheleya dawî de ye.
Di kurtefilmê de 4 aktor û aktirîst hene, yek dayik û zarokên wê û kurê wê yê şehîd Cîger e. Tê payîn ku kurtefilm li kampên koçberên Efrînê were pêşandan û dê di mihrîcanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî were pêşandan.
Elaqedarî filmê derhênerê “Pîjek” Cangîn Ebdo dibêje, “Armanca me ew e ku em bibêjin, şehîd nemir e. Tê de behsa çîroka dayikekê ku kurê wê şehîd bûye û bi ku ve diçe li pêş çavên wê xeyalên wî çêdibin. Bi demê re dayik nikare kurê xwe ji bîr bike.”
Cangîn Ebdo da zanîn ku Komîna Sînema ya Avrîn dê di rojên pêş de li ser filmeke nû bi navê “Peyama Dawî” bixebite. Ev film balê dikişîne ser berxwedana şervanan a li eniyên pêşîn ên li hemberî artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê.

ANHA/ŞEHBA