Peyva ‘mamoste’ weke sûc dîtin!

Sêşem 9 Çile 2024 - 02:15

DELAL AKYUZ / MA / ÎZMÎR

Li Îzmirê di 28'ê Mijdara 2023'an de Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Egeyê re (EGE-TUHAYDER) Nilay Guleser û Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta (Avesta) Ali Yalçınkaya hatin binçavkirin. Her wiha rêveberên Avesta Derya Kandemîr, Nerîman Bîrlikler û Dîlaver Keklîk jî tevî wan hatin binçavkirin û di 1'ê Kanûnê de hatin girtin.  

Serdozgerê komarê der barê Nilay Guleser û Ali Yalçinkaya de angaştname amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li angaştnameyê nihêrî, angaştname qebûl kir û doz vekir. Di 29'ê Mijdara 2023’an de jî rêveberên EGE-TUHAYDER'ê Ramazan Yavus hat binçavkirin. Di 1'ê Kanûnê de ji 6 kesan Nilay Güleser û Hevseroke Avestayê Ali Yalçınkaya û Ramazan Yavuz hatibûn girtin. Dilaver Keklik û Derya Kandemir jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.  

Îdîaya ‘mamoste’ weke kod bikaranîne

Dozger piştî der barê Yalçinkaya de angaştname amade kir pêşkêşî 18’emin Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê kir. Dozger der barê Yalçınkaya bi angaşta "endamtiya rêxistinê ye" 48 rûpel angaştname amade kir. Dozger axaftina telefonê û xebatên Yalçinkaya yên komeleyê wekî sûc pênase kir. Dozger gotina "Mamoste" wekî navê kod pênase kir û wekî delîla sûc nîşan da. 

Kursên Kurdî xebatên rêxistinî ne!

Dozger dîsa kursên dersên kurdî wekî sûc nîşan da. Dozger angaşt kir ku kursên dersên kurdî xebatên rêxistinî ne. Dozger tevlîbûna çalakiyên ÎHD'ê yên ji bo girtiyên nexweş û beşdariya merasimên sersaxiyan jî wekî delîlên suc pênase kir.

Xebatên komeleyê jî weke sûc dîtin

Dozger der barê Hevseroka EGE TUHAY-DER'ê Nîlay Guleser de jî angaştname amade kir û pêşkêşî 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê kir. Dadgehê angaştname qebûl kir û doz vekir. Dozger der barê Guleser de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" 52 rûpel angaştname amade kir. Dozger şahidên nepen û aşkere wekî delîl nîşan da û tevlêbûna xebatên komeleyê jî wekî delîlên sûc nîşan da. Dozger 34 axaftinên telefonê wekî delîl nîşan da. 

Danişîna yekemîn a der barê Yalçinkaya de dê di 18'ê Çile de û danişîna der barê Guleser de jî dê di 19'ê Adara 2024’an de bê dîtin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.