Me hemûyan bihîstiye ku ajal wek terapîst dixebitin û mirovan baş dikin. Hespê bi navê “Peyo” ê 15 salî ev demeke dirêj e rojên xwe li Nexweşxaneya Calais ya Fransayê derbas dike û nexweşên ku bi penceşêrê ketine, baş dike. Xasma jî mirovên ku ber bi dawiya temenê xwe ve hatine bextewar dike.
Peyo di destpêkê de ji bo pêşbirkan hatiye perwerdekirin lê xwediyê wî Hassen Bouchakour piştî demekê dîtiye ku hin hunerên wî yên din hene. Piştî pêşbirkê Peyo her tim ber bi mirovan çûye û xwestiye li gel wan bisekine. Xasma jî ew kesên nexweş hildibijêre û xwe bêhtir nêzî wan dike. Paşê jî xwediyê wî biryarê dide ku Peyo ji pêşbirkên hespan dûr bixe û bi nexweşên ku pêdiviya wan pê heye, bide naskirin.
Hassen û Peyo bi dixwazî li nexweşxaneyê dixebitin. Peyo êdî wek “Bijîşk Peyo” tê naskirin. Peyo diçe ber deriyê nexweşan û li wir piyê xwe bilind dike, gava ku ew piyê xwe bilind dike, Hassen fêhm dike ku Peyo dixwaze bi wî nexweşî re wext derbas bike û wî bextewar bike. Hebûna Peyo ji bo nexweşan wek terapiyê ye, nexweş xwe li gel Peyo bextewar hîs dikin û ji xemên xwe dûr dikevin. Xasma jî nexweşên penceşêrê.
Hassen dibêje, “Gava ew biryarê bide, ez nikarim wî bigirim û bi dilê wî ye, ji dilê wî tê ev yek. Ew gava tiştekî hîs bike, diçe li gel nexweşan disekine û ji ba wan venaqete. Hebûna wî êşa nexweşan kêm dike û enerjiyê dide nexweşan û nexweş pêdivî bi dermanan nabînin. Kontrol hemû di destê wî de ye ez tenê li pey wî diçim.”
NAVENDA NÛÇEYAN