Parlamenterên parlamena Herêma Kurdistanê dixwazin bizanin ka naveroka lihevkirina neftê ya bi Tirkiyeyê re çi ye? 15’ê Mijdarê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de careke din eşkere kir ku wan li gel dewleta Tirk ji bo firotin û hinardekirina nefta Herêmê, lihevkirineke 50 salî îmze kiriye. Ev lihevkirina ji mêj, ji qanûnçêkerên Başûrê Kurdistanê veşartî pêk hat û hîna jî kes bi naveroka wê bi temamî nizane.

Ji bo eşkerekirina naveroka vê lihevkirinê, 32 parlementerên Herêma Kurdistanê daxwaznameyek pêşkêşî desteya serokatiya Herêmê kir. Wan got, divê parlamen civîneke taybet li ser vê lihevkirinê pêk bîne, naveroka lihevkirinê were eşkerekirin.
Di daxwaznameyê de tê gotin, “Em daxwaz dikin, bang li aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêmê were kirin ku naveroka lihevkirinê bi zelalî li parlemen û gelê Kurdistanê eşkere bike.”

Li ser vê mijarê parlamenterê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Hawrê Mela Star got; “Ev ne lihevkirin e, tenê çavkaniya vî welatî bi rêya çend kesan û ji bo parastina xwe, hatiye radestkirin.”
Parlamenterê Tevgera Goran Karwan Gezneyî jî da zanîn ku lihevkirina 50 salî ya bi Tirkiyeyê re yek ji sedema nakokiya di navbera Herêm û Bexdayê deye.

Parlamenterekî din yê Fraksiyona Goran Elî Heme Salih jî got; “Nefta Herêmê di destê Tirkiyeyê de ye.” Parlamenterê serbixwe Sîrwan Baban jî got ; “Em dixwazin bizanin, ev lihevkirina 50 salî ya neftê ya bi Tirkiyeyê re çi ye?”

Dawiya sala 2013’an Nêçîrvan Barzanî lihevkirineke 50 salî bi Enqereyê re li ser nefta Herêma Kurdistanê îmze kir. Nêçîrvan Barzanî heman salê di daxuyaniyeke xwe de got, wan lihevkirinek li ser gelek mijaran bi Tirkiyeyê re îmze kiriye. Lê wî negot lihevkirin çi ye.
Ji wê rojê ve, naveroka lihevkirina Nêçîrvan Barzanî bi Tirkiyeyê re, nayê zanîn. Niha jî parlamenterên Herêma Kurdistanê dixwazin naveroka lihevkirinê were eşkerekirin.

HEWLÊR