Barzanî ji bo hilbijartinê li Îranê ye

Sêşem 7 Gulan 2024 - 00:47

Rojnameya Şarqul Awsat îdîa kir ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ya li Îranê hewldanek ji bo taloqkirina hilbijartinên herêmê ye.

Serdana Nêçirvan Barzanî ya li Îranê di 5'ê Gulanê de dest pê kir. Rojnameya Şarqul Awsat îdîa kir ku Barzanî ji bo ji rayedarên Îranî bixwaze ku zextê li Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) bike ku hilbijartinên parlamenta Herêma Kurdistanê taloq bike, serdana Îranê kiriye.

PDK'ê piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê biryar dabû ku hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê boykot bike ku wê 10'ê Hezîrana 2024'an pêk were.

Nêçirvan Barzanî beriya niha bi demeke kurt serdana Bexdayê jî kiribû û ji bo taloqkirina hilblijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê bi rayedarên Iraqî re hevdîtin kiribû.

Tê îdîakirin ku Barzanî di vê mijarê de rayedarên Iraqî qanih kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.