Peymana firotina genim betal bû

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 18 Tîrmeh 2023 - 03:04

  • Berdevkê Kremlînê diyar kir ku, peymana genim êdî hatiye betalkirin 

Berdevkê Kremlînê diyar kir ku, peymana genim êdî hatiye betalkirin û got, "Beşê van peymanan ên têkildarî Rûsyayê, nehatin pêk anîn."

Rûsyayê ragihand ku Peymana Korîdora Genim a Derya Reş rawestandiye. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de ragihand ku peymana genim êdî ne lê ye û got, heger şertên Rûsyayê pêk werin, Rûsya dê li vê peymanê vegere.

Peskov got, "Peymana Behra Reş îro (doh) bi awayekî rasteqîn hat betalkirin" û wiha pê de çû: "Wekî ku beriya niha Serokê Rûsyayê gotibû, di 17’ê Tîrmehê de dem bi dawî dibe. Mixabin beşek ji van peymanan ên derbarê Rûsyayê de pêk nehatin anîn. Ji ber vê, tê betalkirin. Heger şertên Rûsyayê pêk werin, Rûsya dê li vê peymanê vegere.”

MOSKOV

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.