Peymana civakî ya jinê
În 6 Hezîran 2025 - 03:00
- Peymana Civakî ya Jinê, bi pirsa dê jin di kîjan civakê de bijîn de derket holê. Dû re bi xwe re rêgezên avakirina civaka demokratîk anî ziman. Nîqaşên demên borî niha bû bingeha nîqaşên îro ya li ser avakirina civaka aştî û demokratîk.
Têkoşîna azadiya jinê ya ku li Kurdistanê pêş ket, sal bi sal karektereke gerdûnî wergirt. Pradîgmayên ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo jinan, Damezirandina Artêşa Jin, Bîrdoziya Rizgariya Jinê, Teoriya Qutbûnê, Veguherîna Mêran, Avakirina Partiya Jinê, Peymana Civakî, Pergala Hevserokatiyê, Weqfa Jinan, Jineolojî û Jiyana Azad pêş xist ji bo jinên cîhanê jî bû perspektîf.
Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir û dû re jî nîqaşên berfireh dest pê kirin. Me jî di vê beşa dosyaya xwe de bal kişan ser Peymana Civakî ya Jinê. Çawa hat nîqaşkirin, di kijan şert mercan de derket holê û gihaşt çi astê.
Derbasbûna asta gerdûnî
Piştî komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan, avakirina partiya jinan pêk hat. Abdullah Ocalan avakirina partiya jinê weke pêkanîna perspektîfên xwe yên pratîkî û rewşenbîrî yên azadiya jinê nirxand û weke "xebata xwe ya neqediyayî" bi nav kir. Lê belê ev pêvajoya guherîna PKK’ê bi êş bû û dem girt. Di navbera 29’ê Tîrmeh û 21’ê Tebaxa 2000’î de navê Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê bû PJKK, Di 3’yemîn kongreya xwe de navê xwe kir Partiya Jina Azad (PJA). PJA'yê di birêxistinkirina jinên Kurdistanê de tecrubeyên gelekî xurt derxistiye holê û hewl daye ku bersivê bide pirsên ku jin wê di kîjan civakê de bijîn. Peymana Civakî ya ku ji van pirsan derketiye, di vê pêvajoyê de ketiye rojeva jinan. Tevgerên jinan ên cîhanê jî dest bi nîqaşkirina Peymana Civakî kirine. Piştî vê pêvajoyê têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê derbasî asteke gerdûnî bû.
Rastiya jinê û înkarkirin
Sedsala 21'em weke sedsala azadiya jinê tê pênasekirin. Her hêz hewl dide ku tevna civakî li dora gotara azadiya jinê bi rengê xwe ava bike. Lê belê hemû pergalên ku hewl tê dayîn bên afirandin, jin weke afirîner û afirînera yekemîn a civakê bihesibîne. Jin û civak bi heqîqeta berovajîkirî, bi exlaq û polîtîkaya seqet tên şîrovekirin. Sedema bingehîn a vê yekê jî xistina kevneşopiya desthilatdarî û dewletê di nava civakê de ye. Ji ber ku rastiya jinê cih nade ti hêzeke otorîter û dewletparêz. Lewma dîrok, civak, jin û hemû nirx ji aliyê pergala modernîst a kapîtalîst ve tên înkarkirin û bi têkiliyên serdest tên nirxandin.
Avakirina nirxan
Civak di çarçoveya zagon û prensîbên jinan de nirxên xwe ava dike, hêza pêkanîna rojane ji siyasetê digire. Di pergala têkiliyên civakî yên jinan de, nêzîkatiya serdest pêş neketiye. Hemû endamên civakê bi cewherê xwe hevgirtî û kolektîf in. Jin bi cîhana xwe ya madî û manewî ve wate li hemû têkiliyên civakî zêde kiriye. Ji pergala têkiliya jinê îlhama xwe girtiye, civak û ferd bi xwezayê re mîna ku parçeyek ji xwe be, girêdane.
Pêşxistina aştiya civakî
Pêşxistina aştiya civakî ya li hemberî şerê civakî yê ku diqewime yek ji pêdiviyên bingehîn ên pergala jiyana demokratîk û azadîxwaz e. Aştî ne bi temamî ji holê rakirina şer e û ne jî rewşa aramî û nebûna şer a di bin serweriya aliyekî de ye. Partiyên aştiyê hene. Serweriya mutleq a aliyekî tune ye. Pevçûn, mirin û wêrankirin li ser esasê razîbûna bi sazîbûna sazûmaniya exlaqî û polîtîk a cewherî ya civakê ji holê tên rakirin.
Civakek exlaqî û polîtîk
Civaka Demokratîk civakeke exlaqî û polîtîk e. Civak û ferdekî bê exlaq û siyaset nayê fikirandin. Exlaq hişmendiya civakê ya azadî û edaletê ye. Wijdanê civakî ye. Li ser esasê parastina reseniya hemû cudahiyên civakê hevgirtina civakî misoger dike. Hêza bingehîn a biryargirtin û çalakiyê ye ku nîzama civakî diafirîne. Siyaset li aliyê din aqilê kolektîf a civakê û têkoşîna azadiyê ye. Ew forma sereke ya azadiyê ye. Şêweyê vê yê şênber siyaseta demokratîk e.
Vîna azad a jinê
Civaka demokratîk avahiyeke ekolojîk û azadiya zayendî ye ku tê de civakbûna exlaqî û polîtîk tê meşandin, hevsengiya herî baş a azadiyên civakî û takekesî tê avakirin, yekîtiya xweza û civakê pêk tê, aboriya jinê ya li ser axê hatiye pêşxistin û vîna azad a jinê pêk tê. Hêza sereke ya civaka demokratîk jina xwedî îrade ye. Hevpariya jiyanê ya ku bi jina azad re pêk were; Ew dikare di asta herî kamil de bedewî, qencî û rastiyê peyda bike. Civakbûna demokratîk cudahiyên wekî mêr-jin, kal-ciwan, subjekt-obje û serdest-bindest nagire nava xwe.
Pêşniyara Abdullah Ocalan
Di sala 2001'ê de bi rêya parêzeran peyama Abdullah Ocalan a ji jinan re wiha got: "Divê weke Manîfestoya Azadiya Jinê ya Sedsala 21'ê, peymana civakî ya jinan biafirînin. Çawa ku J.J. Rousseau xwediyê Peymana Civakî ye, divê jin jî xwedî pirtûkeke bi navê 'Peymana Civakî ya Azad' an jî 'Peymana Jinê ya Civakî' ne tenê li jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê pirsgirêka jinên Kurd e. Peymana Civakî ya Azad divê berhema lêkolîneke berfireh be. Divê tevgera jinan bi tevgera hawirdorê re bibe yek."
JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN