Divê em bibin kirdeyên pêvajoyê
Çarşem 4 Hezîran 2025 - 03:40
Endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiyan a Civakî (TOP) Juliana Gozen, li ser pêşketinên "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber APO, biryarên kongreya PKK'ê û çareseriya pirsgirêka Kurd axivî. Juliana Gozen destnîşan kir ku divê pêvajo weke qonaxa têkoşîna 40 salan a gelê Kurd bê fêmkirin û destnîşan kir ku aştî nikare ji însafa hikûmetê re bê hiştin, lê belê divê bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gel re civakî bibe. Juliana Gozen da zanîn ku pêwîste sosyalîst û şoreşger di vê pêvajoyê de berpirsyariyên mezintir hilgirin û got:"Ev pêvajo encama têkoşîna 40 salan e ku gelê Kurd dimeşîne û ev yek li pêşiya sazîbûna faşîzmê bûye asteng û 50 salên dawî yên welat diyar kiriye."
Serdemeke nû ya têkoşînê ye
Juliana Gozen ku diyar kir ku pêvajo serdemeke nû ya têkoşînê ye û got:"Em vê serdemê weke serdemeke nû ya têkoşînê şîrove dikin. Desthilatdarî dixwaze aştiyê weke îpoteka xwe bi dest bixe, lê dîrok bi tenê ji aliyê serdestan ve nayê nivîsandin. Têkoşîna hevpar û rêxistinbûyî ya bindestan jî dîrokê dinivîsîne. Fedekariyên ku gelê Kurd dane, kombûyîn û têkoşîna hêzên ked-demokrasiyê, karker, kedkar, jin û ciwanan a li Tirkiyeyê, wekheviyeke ku dikare diyar bike ka pêvajo wê li ku derê pêş bikeve, pêşkêş dike. Bêdengkirina çekan ji bo karker û kedkaran ji bo kar, nan û azadiyê û her wiha ji bo bingehên rêxistinî asoyan vedike. Lê belê divê em nas bikin ku hikûmet xwedî planên xwe yên taybet e. Têkoşîna herî biçûk a mafan bi çoyê 'terorê' tê bêdengkirin. Dema ev argûman ji holê bê rakirin, dibe ku helwesta dualî ya hikûmetê zelaltir bibe. Di warê wekheviya têkoşînê ya li derveyî hikûmetê de, ewlekirina civakîbûna aştiyê ji bo me girîngtir e."
Mekanîzmayên civakî divên
Juliana Gozen têkildarî komîsyona ku Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli li Meclisê pêşniyar kir û got:"Parlamento di mijara nîqaşkirina derfetên aştiyê de roleke girîng dilîze. Lê belê daxwazên ku gelê Kurd ev 40 sal in têdikoşe, wê ji aliyê dînamîkên civakî yên aştiyê ve neyên temsîlkirin. Pêwîstî bi mekanîzmayên ku dikarin ji prototîpa parlamentoyê wêdetir civakîbûna aştiyê ewle bikin, heye."
Divê sosyalîst tenê temaşe nekin
Juliana Gozen da zanîn ku divê sosyalîst tenê li pêvajoyê temaşe nekin, divê bibin kirdeyên diyarker û got:"Ev der bendeke nû ya têkoşînê ye, zemîneke bilindkirina kombûyînê ye. Em ne tenê çavdêr, parçe yan jî aliyên pêvajoyê ne; em kirdeyên wê ne." Juliana Gozen destnîşan kir ku gelên alîgirê demokrasî, ked û aştiyê divê parantezên xwe vekin û got:"Em ji bo ku komareke populer, demokratîk bi dest bixin, paradîgmayeke nû vedikin. Ji bo fikar ji holê bên rakirin pêwîstî bi hevsengiyeke têkoşînê heye. Qanûna înfazê û girtiyên nexweş tê nîqaşkirin. Ev gav dikarin bên avêtin, lê ev ne qenciyeke desthilatdariyê ye; ev der bendeke ku têkoşîna heta niha tê meşandin e. Ji bo di wekheviya têkoşînê de hê bêhtir zemînekê bi dest bixe, divê qadeke li derveyî desthilatdariyê bê vekirin û ev zemîn bê xurtkirin."
MA/OMER GUNGOR