Êşên me bi aştiyê derbas dibin

Çarşem 4 Hezîran 2025 - 03:45

Malbata Yekta Buşra Boz ê li gundê Melekent ê girêdayî navçeya Kop a Mûşê dijî. Malbat bi polîtîkayên zextê yên ji salên 1990'î re rûbirû maye. Keça wan Yekta Buşra Boz di sala 2013'an de tevlî PKK'ê bû û di sala 2022'an de di encama êrişa bi çeka kîmyewî de şehîd bû. Xwişka wê Necmiye Boz jî di sala 2016'an de bi îdîaya 'endamtiya rêxistina terorê' hat girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Necmiye Boz hê jî li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê girtin. Dayik Muslîme Boz diyar kir ku naskirina wan a bi têkoşîna azadiya Kurd ji salên 1980’î destpê dike û got:"Piştî ku pismamê min Bayram Selvî tevlî PKK'ê bû, li Kopê tevlîbûnên refên PKK'ê destpê kir. Piştre, Abdullah Selvî û keça xwişka min Bêrîtan Axîn tevlî nava refên têkoşînê bûn. Bêrîtan Axîn li Rojava şehîd bû." Mûslîme Boz ragihand ku ji malbata wan 3 kes di nav refên PKK’ê de şehîd bûne, wan tenê karîbûn xwe bigihînin cenazeyê Bêrîtan Axîn. Mûslîme Boz da zanîn ku keça wê di êrîşa bi çeka kîmyewî de şehîd bûye û got:"Bikaranîna çeka kîmyewî sûc e. Lê belê, bi dilê xwe yê birîndar em axaftina aştî, azadî û biratiyê didomînin. Di vê noqteyê de banga ku Rêber Apo kiriye bangeke pîroz e. Banga biratî û aştiyê ye. Hemû pêngav ji aliyê gelê Kurd ve hatiye avêtin, lê hînê ji aliyê dewletê ve ti gav nehatiye avêtin. Hê jî li girtîgehê girtiyên nexweş hene û mirov li sirgûnê ne."

Bêyî Ocalan aştî pêk nayê 

Muslîme Boz bal kişand ser girîngiya aştiyeke mayînde û got: “Bombe barandin, gundên me şewitandin. Ev jî  têrê nekir hewl dan bi qetlîamên kujerên wan ne nediyar me tune bikin. Herî dawî çekên kîmyewî bi kar anîn. Me her carê got bêyî birêz Ocalan aştî pêk nayê. Em vê gotina xwe hê jî dûbare dikin. Bêyî birêz Ocalan aştî pêk nayê. Em êşên giran ku me kişandine ancax bi aştiyeke mayînde derbas bikin.” Mûslîme Bozê got ku divê daxwazên Kurdan pêk bên û got:"Çawa ku PKK'ê gavek avêt, pêwîste dewlet jî niha gavê bavêje. Eger gavek neyê avêtin, em nikarin ji samîmiyeta vê pêvajoyê bawer bikin. Ji ber ku hê jî rojnamevan, ciwan û jin tên girtin. Em niha li benda gavek ji dewletê ne. Em dixwazin statuyek ji Kurdan re bê dayîn. Berî ku dereng bibe em dixwazin aştiyê bibînin. Avakirina aştî, biratî û azadiyê ji Îmraliyê destpê dike."

MA/MÛŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.