Bê garantiya zagonî nabe

Pêncşem 5 Hezîran 2025 - 03:05

Cemîla Xelîf bal bir ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" û wiha got:"Divê garantiya zagonî hebe da ku pêvajoya aştiyê bi ser keve."

Piştî banga dîrokî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de ji bo 'Aştî û Civaka Demokratîk' kir, PKK’ê di kongreya xwe ya 12'emîn ku di navbera 5-7'ê Gulanê de lidar xist de bersiva banga dîrokî da. PKK’ê têkoşîna xwe ya çekdarî li ser bingeha banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî kir û gavek ber bi serkeftina pêvajoya aştiyê ve avêt.

Xwîşka pakrewan Şervîn Xelîl a ku di nava refên PKK'ê de li herêmên Parastina Medya di sala 1999'an de jiyana xwe ji dest daye Cemîla Xelîf, li ser mijarê axivî. 

PKK îrade hebûn e

Xwîşka pakrewan Şervîn Xelîl a ku di nava refên PKK'ê de li herêmên Parastina Medya di sala 1999'an de jiyana xwe ji dest daye Cemîla Xelîf, wiha got:"PKK ji bo me rûmet, hebûn, nasname û îradeya azad e. Ji bo azadiya gelan têdikoşin û destanên lehengiyê bi berxwedana xwe dinvîsin. Ev 50 sal in bê navber û westandin û tevî hemû zext û kêşeyan, ji bo nasnameya gelê Kurd têdikoşin û bi deh hezaran pakrewan di oxira azadiya welat de daye. Biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî jî armancên PKK’ê ji cîhanê re şîrove dike ku ew ji bo aştiyê û azadiyê têdikoşin."

Bê garantiya zagonî nabe 

Cemîla Celîf bal kişand ser helwesta dewleta Tirk a li hember biryara PKK'ê û pêvajoya aştiyê û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Divê garantiya zagonî hebe da ku pêvajoya aştiyê bi ser keve. Eger ev garantî nebe dê pêvajo û biryara bidawîanîna têkoşîna çekdarî di çarçoveya agirbestekê de bimîne. Serkeftina pêvajoya aştiyê dê bibe alîkar ji bo avakirina aştiyê ya di navbera hemû gelên herêmê de. Ew ê şerên xwînî li Sûriyeyê û hemû welatên cîhanê bi dawî bike."

NÛJINHA/REQA/NÛR EL-EHMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.