Peykerek ji bo Şikur Xeyat

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 4 Sibat 2025 - 00:12

Li bajarê Kerkûkê bi amadebûna xelkê bajar, hunermend û malbata hunermend Şikur Xeyat perde li ser peykerê hunermendê navdar yê Kurd Şikur Xeyat hate rakirin.

Di destpêka merasîmê de Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) Aso Mamend axivî û got: “Kerkûk xwedî gelek dengên resenin, yek ji wan jî Şikur Xeyat û Selah Dawidine. Ji bo me serbilindiye ku xizmeta wan bikîn.”

Waliyê Kerkûkê Rêbwar Teha jî gotarek pêşkêş kir û got: “Kerkûk ji bo çand û hunerê çavkaniyeke mezine. Soz didin weke waliyê Kerkûkê piştevaniya her cûre kêrhatiyan û taybet hunerê bikin.” Piştre hinek helbest hatin xwendin.

Peykersaz Bextiyar Kerîm jî axivî û diyar kir ku ji ber rejîma Baas koç kiribû ji bajar û got: “Ez bi çêkirina peykerê hunermend Şikur Xeyat ve careke din vegeriyam.” Li ser navê malbatê jî Farûq Şikur xêrhatin û spasdariyên xwe pêşkêşî her kesê ku ked ji bo merasîmê dayî kir.

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.