Peykerê Jiyanewe ji bo Şengalê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Kanûn 2020 - 22:15

Peykertiraş Huner Sahêbe, “Peykerê Jiyanewe” li Helebceyê çêdike. Ev peyker wê weke sembola serhildan û berxwedana jinên Êzîdî diyarî Şengalê bê kirin.
Huner Sahêbe ev qederê mehekê ye ku dest bi çêkirina “Peykerê Jiyanewe” kiriye. Ew dixwaze vî peykerî weke diyariyeke ji bo serhildan û berxwedana jinên Êzîdî ya li dijî şidet û sûcên li beramberî  wan hatiye kirin, pêşkêşî miletê Şengalê bike.
Her çiqas heta niha ne diyar e ka ev peyker wê li Şengalê were danîn yan na, lê peykersaz Huner Sahêbe hêvî dike û dixwaze ku ev karê wî yê hunerî ji bo jinên Êzîdî bibe mîna sembolekê.

Sembola berxwedana jinan

Rêxistina Ême, li parêzgeha Helebceyê sponsoriya karê çêkirina vî peykerî dike. Peyker ji madeya fayberglas tê çêkirin. Bilindiya wê du metre û nîv e, berê wê jî 70 santîmmetro ye.
Peyker weke ku li ser pelên zeytûnê hatiye çêkirin hatiye sêwirandin, zincîrek li dora wê heye, ji nava pelên zeytûnê jinek derdikeve; ev jin jî weke sembola ji nû ve jiyanê ye. Ev vejîn jî navê xwe li berhemê dike: Peykerê Jiyanewe.

Peyker dibêje, jin sembola berxwedanê ye, pelên zeytûnê ji nû ve şîn bûn yan jî vejiyane, zincîr jî astengî û zehmetiyê pênase dike.

Bi gotina Peykersaz Huner Sahêbe, gava Helebce Peykerê Jiyanewe diyarî Şengalê dike, wateyeke vê ya taybet heye; ji berku Helebce jî mîna Şengal û Efrînê, komkujî hatine serê wê û bi hezaran şehîd dane.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.