- “Li Sêwasê xewna me, roja me ya îro û siberoja me hat şewitandin. Em wan kesên me ji dest dane, emanetî Serçeşmê dikin”.
Li Hacibektaşê, li ber Çilehane (Çilexane) nûnerên rêxistinên Elewiyan û xelkê Elewî tevî malbata Hasret Gultekînî civiyan û bi merasîmekê danîna peykerê Gultekîn fermî kirin. Hevjîna Hasret Gultekinî, Yeter Gultekin got, “Li Sêwasê xewna me, roja me ya îro û siberoja me hat şewitandin. Em wan kesên me ji dest dane, emanetî Serçeşmê dikin”.
Elewî ji bo Merasîmên Bibîranîna Haci Bektaşi Veli a Neteweyî ya 59´an û ya Navneteweyî ya 33´yan li Hacibektaşê civiyan.
Ew li ber Çilexaneya nêzî dergahê civiyan û fermî peykerê Hasret Gultekîn danîn. Hasret Gultekîn ji wan hunermend û rewşenbîrên Elewî bû ku 2´yê Tîrmeha 1993´yan li Sêwasê di êrişa faşîst û paşverûyan de jiyana xwe ji dest dabû.
Şaredarê Hacibektaşê Arif Yoldaş Altıok got, ji bo wî rûmeteke mezin e ku ev peyker li navçeyê hatiye danîn. Wî got, heta ku otele Madimakê ya ku 33 Elewî lê hatin şewitandin bibe muzexaneya şermê, têkoşîna wan wê dewam bike.
PÎRHA/HACIBEKTAŞ