Peyama Ocalan şandiye girîng e
Çarşem 5 Adar 2025 - 03:05
Dayikên Aştiyê piştî peyama nivîskî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan zanîn ku ew ji pêvajoyê bi hêvî ne û gotin, " Peyama Abdullah Ocalan şandiye gelekî girîng e. Aştiyeke bi rûmet ne tenê ji bo me Kurdan ji bo her kesî wê baş be.”
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) peyama sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbolê xwend. Peyam bi awayekî hemwext li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi awayekî zindî hate guhdarkirin. Peyama ku li gelek herêman bi baldariyeke mezin hat guhdarkirin, bû bingeha pêvajoya nû ya aştiyê.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê derbarê pêvajoyê de nêrînên xwe anîn ziman.
Peyama Ocalan şandiye girîng e
Dayika Aştiyê Şadiye Ayma: Peyama ku Abdullah Ocalan şandiye gelekî girîng e. Aştiyeke bi rûmet ne tenê ji bo me Kurdan ji bo her kesî wê baş be. Bila êdî qetlîam çênebin, bila êdî ne kurd û ne jî tirk zirarê bibînin. Her çiqas Kurd her tim diêşin jî, yên pêşî destê aştiyê dirêj dikin ew in. Bila berdêla vê yekê bidin û dayikên tirk jî xwe bigihînin kurdan. Bila li Tirkiyeyê aştî û aramî hebe, em xwişk û bira ne, ne dijmin in. Rêberê me ji bo aştiyê jî tiştên baş got, bila ev gotin neyên gotin.
Baweriya me bi hikûmetê nemaye
Kıymet Şoretoğlu: Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em êdî naxwazin dayik hêstiran bibarînin. Niha em dixwazin li ser navê aştiyê tiştekî baş çêbibe. Em ji vê pêvajoyê bi hêvî ne, lê baweriya me bi hikûmetê nemaye. Ez hêvî dikim ku tiştek baş bibe û em ê niha kêfxweş bibin.
Divê êdî kes nemire
Rahîme Çelîk: Weke ku bi salan e her kes dizane dayik aştiyê dixwazin. Divê êdî kes nemire, zarokên me di rehetiyê de bijîn. Bila êdî em azad bibin, bila zarokên me nemirin. Em aştiyê dixwazin. Divê her kes ji bo aştiyê têbikoşe û erka xwe pêk bîne. Divê her du alî jî beşdarî têkoşînê bibin.”
Em dixwazin li vir bi aramî bijîn
Havva Kiran: “Em wek Dayikên Aştiyê piştgiriyê didin vekirina wê maseyê. Ji bo wê çi pêwîst be em amade ne. Em wisa difikirin ku agirbest dê ne yekalî be. Werin em hevdu bi kulîlkan hembêz bikin li şûna ku em ji herdu aliyan tabûtan hembêz bikin da ku şer rawestînin. Werin em bi dayikên polîs û leşkeran re hevdu hembêz bikin. Ev welat welatê her kesî ye, her kes dikare li vir bijî. Ji bo vê axê her kesî bedel daye, her kes dikare li vir bijî. Em jî gelê vî welatî ne û em dixwazin li vir bi aramî bijîn.”
JINNEWS/AMED