Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê destnîşan kirin ku heta dawî li tecrîdê bînin ew ê çalakiyên xwe dewam bikin û diyar kirin ku ew ê bibin hevrêyên Rêber Apo. Jin ên girtî diyar kirin ku bi rengekî rêxistinî û li ser bingehê xweparastinê li ber xwe didin, têdikoşin û wê teqez bi ser bikevin.
Girtiyên jin bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em jinên PKK'î û PAJK'î yên dildarê azadiyê, ku li zindanan bi rengekî mezin li ber xwe didin û têdikoşin, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi hezkirina Rêberê xwe silav dikin ku bi keda xwe ya bêhempa jinên Kurd ên têkçûyî ji nû ve rakir ser piyan û bi sebreke mezin gihand vê serdemê."
Di daxuyaniyê de tê gotin, li gorî pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' ya KCK'ê û pêngava 'Li dijî qirkirina jinê em jin a azad û civaka azad diparêzin' a KJK'ê, bi navê kadroyên PKK û PAJK'ê li zindanan heta tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Bi berxwedana xwe, dema ku me dawî li tecrîdê anî, faşîzm hilweşand û bi hişmendiya; azadiya Rêbertî azadiya me ye, bi îradeyeke temam me asta hişmendiya xwe ya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê bilind kir, xwe bi rengekî bêhempa bi rêxistin kir û bûn 'xwebûn', hingî em ê bibin hevrêyên Rêbertî."
NAVENDA NÛÇEYAN