Rojnamevan û çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, piştî peyama Mesûd Barzanî, li ser malperên xwe yên torên civakî nerazîbûn û metirsiyên xwe anîn ziman. Di nivîsên xwe de diyar kirin ku peyama Barzanî rasterast ragihandina şer e.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan der barê liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li herêma Garê bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kiribû û xwestibû helwesta xwe eşkere bike û daxwaza diyalogê kiribû. Barzanî pêr li ser malpera PDK’ê ya fermî bersivek nivîskî da. Barzanî di peyama xwe de herçiqasî got, şerê di nava Kurdan de heram kirine jî PKK bi dagirkeriyê gunehbar kir û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê nedît.
Bersiva Barzanî dayî, li ser torên civakî bû sedema nerazîbûnê.
Rojnamevan Kemal Çomanî li ser hesabê xwe weha got: “Peyama Mesûd Barzanî bi awayekî rasterast ragihandina şer ya li dijî PKK’ê ye. Bi eşkere gotiye ‘Têkdana sînoran şerê Kurd û Kurd helal dike’. Ti tişt şerê Kurd bi Kurd, rewa nake.”
Rojnamevan Niyaz Ebdula jî got: “Divê partiyên siyasî û xelkê Kurdistanê ji bo aştî û parastina Kurdistanê, xebata sivîl û siyasî ji bo rêgirtina li şer bidin destpêkirin.” Rojnamevan Hejar Reşîd: “Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de xwedî li soza xwe derneketiye. Gotiye şerê Kurd li gel PDK’ê ne heram e. Delîl û mînakên wê gelek in.”
Çavdêrê siyasî Karox Osman: “Belê PDK dijminê min û xelkê Kurdistanê ye, ne yê PKK’ê ye. Kiryar û siyaseta PDK’ê û malbata Barzanî, şahidê axaftinên min in.” n
NAVENDA NÛÇEYAN