• Walter Benjamin di nivîseke xwe de ji bo Heartfield dibêje, “Wî bi teknîka xwe bergên pirtûkan wergerandin amûreke polîtîk.” Ha ji ber vê teknîka afirîner û polîtîk, sansur her tim li pey Heartfield e!

ARDÎN DÎREN

John Heartfield an jî bi navê xwe yê din Helmut Franz Josef Herzfeld, di nav malbateke sosyalîst de hatibû dinyayê. Ji bo ku li hemberî nijadperestîya Elmanan bû, wî weke nerazîbûn navê xwe guhertibû û kiribû John Heartfield. Ev nav di heman demê de maneyek polîtîk û hunerî jî li kesayeta wî bar kiribû û ew li dinyayê zêdetir bi vî navî hate naskirin. Heartfield [wergera Herzfeld (Zeviyê dil) a bi Ingilîzî ye] li Dibistana Munchenê ya Huner dixwîne û di hunerê afiş û reklamê de dibe pispor. Her wiha ew li ser sêwirandina grafîkan jî perwerde bûye û di vî warî de jî dibe kesekî şareza. Jixwe, paşê ew ê weke “Montajgerê Dadaîst” bihata naskirin. 

Bavê Heartfield jî nivîskar bû û bûbû şahidê zilmê. Dema Heartfield piçûk e, malbata wî direve Swîsreyê. Ew û birayê xwe Wieland Herzfelde tenê dimînin li Elmanyayê. Beriya Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê bike, ew û birayê xwe bar dikin, diçin Berlînê. Li wir gelek hunermed û nivîskarên avangard nas dikin. Dema şer dest pê dike birayê Heartfield digirin leşkeriyê, lê Heartfield naxwaze here leşkeriyê. Ji bo neçe leşkeriyê xwe li nexweşiyê datîne û belgeyeke sexte ku wî weke kesekî “aqilsivik” nîşan dide, derdixe. Bi vî awayî ji leşkeriyê xwe xilas dike. Dema di sala 1915’an de birayê wî ji leşkeriyê vedigere careke din tên gel hev û di heman salê de gelek karîkatûrîstên Elman û rexnegirên sosyalîst nas dikin. Piştî vê naskirinê ew biryarê didin ku karê weşangeriyê bikin. Birayê Heartfield, serê sala 1919’an de weşanxaneya “Malik Verlag” vedike û gelek berhemên sosyalîst lê çap dike. Heartfield ji bo Malik Verlag gelek bergên pirtûkan hazir dike.

Rexneyên polîtîk ên bi fotomontajê 

Wan salan, pêla hunerî ya nû “Dadaîzm” pirr popûler bû. Heartfield sala 1918’an de karîkatûrîstê bi navê Geoge Grosz nas dike. Gorsz jî yek ji pêşengên tevgera Dadaîzmê ya Elman e. Heartfield piştî George Grosz nas dike, hin karên xwe yên berê bi carekê dihêle li hêlekê û li wî hunerî germ dibe yê ku mijarên sosyalîst û polîtîk vedibêje. Jixwe, paşê jî ew û Grosz dibin endamên damezîner ên Partiya Komînîst.

Di heman demê de ew diçin klûba Dadaîstan jî û li wir jî danûstendinên wan yên baş çêdibin bi hin hunermendên din re. Lê Heartfield hunermendekî afirîner bû, wî didît ku tevgera Dadaîzmê hin şêwe û vegotinên nû pêşkeşî wî dike. Ew li pey behsên resen bû û dixwest hin tiştên nû biceribîne. Heya wê gavê, karê montajê dihat kirin, lê Heartfield bi şiroveyên nû derket pêşberî kesan. Heartfield bi nihêrîneke nû û şoreşger dest avêt karê montajê û hin tiştên ku berê qet nehatibûn ceribandin, pêk anîn. Bi rêya “fotomontaj”ê rexneyên civakî û siyasî bi pêş xist û di vî warî de jî bû pêşengekî Dadaîst ê wê demê.

Walter Benjamin di nivîseke xwe de ji bo Heartfield dibêje, “Wî bi teknîka xwe bergên pirtûkan wergerandin amûreke polîtîk.” Ha ji ber vê teknîka afirîner û polîtîk, sansur li pey Heartfield e! Dema weşanxenaya birayê wî Malik Verlag hewl dide kovara “Jedermann sein eigner Fussball” derxe, tê sansurkirin. Piştî vê sansurê jî wî di kîjan kovar û rojnameyê de xêz kiribe, sansur her li pey bûye. Jixwe, dema Nazî li Elmanyayê bûn desthilat, berhemên wê bi temamî tên sansurkirin û her hiwa gef li Heartfield tê xwarin ku ew ê bê kuştin. Piştî van gefan, ew neçar direve Pragê û ji wir karê xwe didomîne. Ji wir jî diçe Londonê û heta sala 1950’î li wir sirgûn dimîne. Piştî salên 1950´î vedigere Elmanyayê û li Leipzîgê bi cih dibe.

Heartfield ji gelek rojname û kovaran re fotomontaj çêdikirin. Lê fotomontajên wî yên herî zêde deng vedan, yên di kovora “Die Arbeiter Illustrierte Zeitung/AIZ” (Rojnameya karkeran ya bi wêne) de bûn. Heartfield di navbera salên 1927 û 1938’an de ji bo vê kovara heftane ya çepgir, fotomontajan çêdike. Tê gotin, wî ji bo “AIZ”ê bi qasî 230 fotomontajan hazir kirine û ev teknîka wî gelek bandor kiriye li ser xelkê. Nexasim jî wî di ser Adolph Hitler, Hermann Goring û Josehp Goebbels re bi peyamên hişk nihêrîna nazîzmê rexne dikir. Ji ber vê yekê jî dema di sala 1933’yan de partiya Nazîyan dibe desthilat, yekser êrişê dibe ser xebatên Heartfield, lê ew direve Pragê û ji wir karê xwe dewam dike. Mirov dikare bi hêsanî bibêje, fotomontajên Hearfield yên afirîner û resen di gelek waran de civak hişyar kirine û rol û mîsyoneke nû li ser milê hunermendan bar kiriye. John Willet ê ku bi wergerên Bertolt Brecht yên Ingilîzî dihat naskirin ji bo xebatên Heartfield dibêje, “Berhemên wî xwedî ‘vîzyoneke çêker’ a Komara Weimarê ne.”

Bû hunermendekî avangard

Heartfield weke hunermendekî pêşeng ê sedsala 20’an tê naskirin. Nexasim jî teknîka wî ya “fotomontaj”ê di vî warî de hin asoyên nû pêşkeşî xelkê kirin. Piştî xebatên Heartfield karê fotomontajê û peyamên ku fotomontaj dikare bide, bêhtir hatin fêhmkirin. Peyam û hêza hunerê fotomontajê îro jî bi bandor e û bi şêweyên cûr bi cûr tê bikaranîn. Heartfield ku îro weke hunermendekî avangard (pêşeng) tê bibîranîn, sala 1968’an kiras guherand û ji vê dinyaya gewrik xatir xwest.