- “Ez dikarim bêjim ku romaneke ji aliyê ziman û edebiyatê gelekî xurt e. Romanên me yên dîrokî jî gelek kêm in. Ev roman, ew ê ji dîroka edebiyat Kurdî re bibe paceyek, findek, roniyek.”
HASÎP YANLIÇ
Laşê paqij tazî kirin
Sê rojan li ber tavê
Sê şevan li ber sermayê
Bi dîwarê sûran ve daliqandî hîştin
Dîwar bû pîrozgeha mirovên dilovan
Muzîkjen, stranbêj, wênesaz
...
Dema min rahişt vê romanê û bi helbestê dest pê kir, rastî kêyfa min jî bidestpêkê re jê re hat. Jixwe, hemû romanhez wisa dibêjin ger paragrafa ewilî rûpela ewilî xwendevanî bikişîne hundirê bûyera xwe, ew ê romanê nîvçe nehêle. Romannûs Kamran Simo Hedilî ev kar bi hostatî kiriye. Vê helbestê jî hinek agahî bi helbestkî li ser Pêxember Manî dane, hema bûyer tam çawa qewimiye, mirov tê nagihije, ji ber wê jî meraqa encama romanê li min girt. Ya din jî, min hinek tişt bihîstibûn li ser Pêxember Manî, hema zanîna min ne zelal bû. Dema bûyerê bi postkirina Pêxêmber Manî dest pê dikir, bala min zêdetir çû ser mijarê. Êdî kurmê xwendinê ez girtim û min xwest demildest bixwînim. Ez dema romanekê jî dixwînim, bûyera li ser nivîsandina romanê jî wek helbestkar dibêjin ‘ew xwe min dide nivîsandin’ ya min jî nivîsandina çend gotina ji ber vê ramana xwe bi min da nivîsandin.
Ez rastî li nîşanên romana Kurdî digerim, di hemû romanan de yên ku ez dixwînim, ji min re meraq e, ka romannûs çawa nîşaneyên romana Kurdî bi cih kirine. Dema mirov romanekê bixwîne bi kîjan zimanî dibe bila bibe, lazim e nexşeyên, nîşaneyên wî miletî tê de hebin. Yanî heger dema romanek bi Kurdî hatibe nivîsandin û wergera wê bi zimanekî hat weşandin, xwendevan wê ji ku zanibe ew roman a edebiyata kîjan miletî ye. Li gorî min mirov dikare gelek nîşanan têxe nava romanê ji bo diyar bibe roman a Kurdan e, ya edebiyata Kurdî ye. Erdnîgarî ya sereke ye, çand, huner, adet, xwarin vexwarin, rabûn runiştin...û navên karekteran û li gorî min ya herî girîng jî bi xewnekê yan bi efsaneyekê dest pê bike, ew roman dibe ya edebiyata Kurdî ya gelê Kurd. Min ev nîşan bi her hawî tê de dîtin, navê bajarên Kurdan, erdnîgariya Kurdan, adetên Kurdan tê de hebûn; ya bi taybetî jî ez lê digeriyam, xewn an efsane bû, ew jî tê de wisa bi cih kiriye. Navê yê gotiye nayê bîra min, dibêje, ‘çîrok hemû wisa dest pê dikin, yan yek tê bajêr, yan jî yek ji bajêr diçe’.
‘ …bi tariya êvara heştan a jidayikbûna kurik re, sê mêrên rihdirêj hatin malê bi hatina wan re rengê Patîg bi temamî guherî. Ji ber kelecanê, nedizanî destên xwe yên dilerizin çawa veşêre...Pîrozayê, mêvanên ku xwe nîşanî kesî nedidan, cara pêşî bû ku didîtin… ’Çapa 2. Ji weşanê Payiz Rpl.15
Mekan Kurdistan e
Li gorî min romana me nîşaneya xwe ya ewilî nîşan daye, sê mirovên ku ne ji wê deverê ne û tên ji bavê kurik û dapîra kurik re tiştan dibêjin û wenda dikin. Ev jî efsane ye, yan jî keramet e. Çîrokên me yên gelêrî hemû yan bi xewnekê yan bi kerametekê yan jî bi mîtolojiyakê dest pê dikin.
Ji bo mekan jî her çiqas bi nav nekiribe, em dibînin ku gelek nîşan dane ku ew xak, xaka Kurdistanê ye. ‘wê rojê rûpelên salnameya Newrozê bîst û pêncê avdara heşt sed û bîst û heşt bû...’ çi gotinek çêjxweş ev tenê jî bes e ku ev der Kurdistan e û çîrok roman jî romaneke Edebiyata Kurdî ya dîrokî olî ye. Û di ser de jî wek ferhenga navên bajar, gund, çiya û çeman e. ‘Mêrdîn , Gundê Şapûr, Sasan, Çemê Ferad, Çemê Karûn, Amed, Amîd,...’ her çiqas min got romana me ferhenga bajar cih û waran e jî em dikarin wek ferhengeke din jî bi nav bikin, wek ferhenga mîtolojiya xweda û xwedawendên Kurdan jî bi nav bikin: ‘Mîtra, Mardûk, Manî, Şamaş, Ahûra Mazda, Hurmûz, Îştar, Ehrîman, Amytis, Nabû...’
Ev jî bi zanebûna romannûs Kamran Simo Hedilî ye û ew zanîna xwe ya li ser dîroka Rojhilata Navîn û Kurdistanê, olên dîrokî û baweriyan li ber çavên me radixe. Gelemperî jî di romanê de bala min çû ser bajarê me yê bûka beriyê (deştê) Mêrdînê, Mêrdîna, rehîma ol, çand, mirovahî, xweda, xwedawend... cih û warê mîtolojiya Kurdan, Şahmaran – Luqmanê Hekîm ... xweş rêsandiye. Ji aliyê ziman ve jixwe tiştekî mirov jê re bibêje nîne. Li gorî wê dîrokê bi nav kiriye û biwêj û gotinên wê demê, xweş bi kar anîne.. ‘...bilindaya kaşên herdu aliyên newalê ne kêmî hezar gavî bilind dixuyan...’, ‘ tav nizm bûbû hatibû sewiya xaniyan...’
Manî hate ber çavê min
Mekan xurt e wêje xurt e, hûnandin xurt e hema li gorî min ji aliyê karekteran û karekter bicihkirinê ve, nivîskar xwe neêşandiye. Dema mirov romanê biqedîne û çavê xwe bigire, qet nebe bila mirov karibe lêgengên romanê bişibîne yekî yan jî yekê. Ji bo karektara Pêxember Manî hate ber çavê min hema ji bilî wî ti karekter nehat ber çavê min. Ji ber ku karekter di nava romanê de ne helandine û di nava nivîsê de ne reşandine. Nivîskar wek paragrafekê danasîna karekter kiriye, ew jî dema xwendinê li wir dimîne.
‘... Perwîz bîst-bîst û pênc salî dixuya. Ciwanekî xwediyê rûyê gewr ê vekirî, por, birû û simbêlên rengenimî bû. Çavên wî keskê kizwanî, mijangên wî dirêjî awirên wî tûj bûn. Porê wî lewaz, bejna wî bilind, xwediyê milên saxlem û bihêz bû. Navmilên wî pehn, hestiyên destên wî qalind û girs bûn. Perwîz ji derwêşên oldar pirtirî bedena wî dişibe bedena mirovên ku perwerdeya leşkerî dîtine...’ RPL 158
Ew ê xweştir û bitahmtir bibûya
Dîsa di rûpela 174’an de ‘ Bi slav dayîna Manî re dengê Kenê Hurmiz kon dagirt... Hurmiz xortekî beranpozî bû. Bîst, bîst û pênc sal, dixuya. Porên wî yên reş heta ser milên wî xelek xelek hatibûn xwarê...’ karekter rasterast wek karekterê şanoyê daye nasîn. Li gorî min lazim bû di nava hevokê de bimehenda, bi cih bikira, her carê dirûv an xûyekî wî bida nasîn. Wek manî daye nasîn, dikarîbû karekteran jî hêdî hêdî bixista nava romanê û bi cih bikira.
Roman wek biyografiya Manî Pêxember hatiye nivîsandin, hema min hest û kulên diya Manî meraq kirin û carna wek bêhnvedanekê dikaribû bi dualî biçûya, beşek jê hal û rewşa Manî û li aliyekî jî rewş û halê Marmaracanê bihata nivîsandin, ew ê gelek xweş bibaya. Dema lawê wê çû mêrê wê çû, çi kir, çawa debara xwe kir, der û dor cîran û xizm li çi fikirîn. Li dawiyê Pîrozê hinekî qal dike, hema roman li ser du beşa bimeşiya li gorî min ew ê xweştir û bitahmtir bibûya...
Wek encam ez dikarim bêjim ku romaneke ji aliyê ziman û edebiyatê gelekî xurt e. Romanên me yên dîrokî jî gelek kêm in. Ev roman, ew ê ji dîroka edebiyat Kurdî re bibe paceyek, findek, roniyek. Çapa xwe ya duyem kiriye, ez bawer dikim, ev roman wê xwe bigihîne gelek çapên din, ji ber ku mijar li ser Pêxember Manî ye û li ser wî kêm hatine nivîsandin. Belkî bibe mijara tezên doktorayê, ji ber ku ev ola Manî hem bingehê veganîzmê ye hem jî yê hevserokatiyê ye. Ya rastî gelek xisûs hebûn, yên ku min nîşe girtibûn û min ê di vê nivîsê de behsa wan bikira, lê bila ew jî ji we re bimînin. Hûn bi xwe jî bixwînin û xwe bigihînin çêj û tahma Romana ‘Pêxemberê Jibîrçûyî MANÎ’ ya Kamran Simo Hedilî.
Romana me bi helbestekê dest pê kiriye û ez ê jî romanê bi helbestekê xilas bikim.
‘Gund û bajar neman te li wan nedanî
Heftê û du ziman te li hev anî
Rizgarkarê roya rizgariya me tu yî
Hêviya gihiştina ronahiya me tu yî
Pêşengê aştî û azadiya me tu yî.’
Agahiyên pirtûkê: Pêxemberê jibîrçûyî MANÎ, Kamran Simo Hedilî, Weşanên Payiz, Çapa Duduyan