Pêwîstî bi yekîtiyê heye

Duşem 18 Adar 2024 - 00:50

Dewleta Tirk a dagirker di salên dawî de êrişên xwe yên li ser Gelê Kurd, taybet jî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dijwartir kiriye. Dewleta dagirker ku nikare xwe li ber berxwedana gerîlayên azadiyê rabigre, çekên qedexekirî bikartîne. Vê carê dewleta Tirk ji bo ku Iraqê jî têxe nava şerê dijî tevgera azadiyê, ketiye nava liv û tevgerê. Di nava du rojên dawî de ji bo plana nû, wezîrên dewleta dagirker berê xwe dan Iraqê. Derbarê mijarê de siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman axivî.

Mehmûd Osman destpêkê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got:“Êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Herêma Kurdistanê, dijbertiya gelê Kurd, mirovatî û yasayên navneteweyî ye. Israra dewleta Tirk a di êrişan de, tê wê wateyê ku baweriya vê dewletê bi çareserkirina pirsgirêka giştî ya gelê Kurd nîne. Guh nade daxwazên gelê Kurd, ji bo vê rojane Kurdan dike hedef û dikuje. Dema Kurd parastina xwe dikin, weke terorîst binav dikin, lê di rastiyê de dewleta Tirk terorîst e, ji ber ku rojane bi balafiran êrişî gelê Kurd dike.”

Osman da zanîn ku dewleta Tirk bi hinceta hebûna PKK’ê rojane xelkê sivîl, gund, bax û baxçeyê welatiyan bombe dike û got;“Ev nayê qebûl kirin, li aliyek din jî nebûna yekitiyek di nava aliyên Kurdî de, zirareke mezin dide doza gelê Kurd. Ji ber ku nebûna yekîtiyê, di feydeya dijminan de ye”

Di dawiya axaftina xwe de jî Osman banga yekitiyê kir:“Divê Kurd beramberî dijmin bibin yek, ji bo ku dijî êrişên dewleta Tirk rawestin, yekitî pêwîste. Pêwîste gelê Kurd li dijî êrişan xwedî helwestek be, civaka navnetewî jî li dijî êrişan dengê xwe derxe da ku dewleta Tirk dawî li êrişên ser xaka Kurdistanê bîne.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.