Dewleta Tirk a dagirker ji 23ʼê Nîsana 2021’ê ve li ser erda Başûrê Kurdistanê dest bi tevgereke berfireh a dagirkeriyê kiriye. Artêşa Tirk bi hêza xwe hemûyî êriş dike. Li beramberî vê, berxwedana dîroka ya gerîla dewam dike. Gerîlayên azadiyê xaka Kurdistanê diparêzin. Roj bi roj nerazîbûna li dijî dagirkeriya Tirk mezin dibe.
Rêveberê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Qadir Ezîz li ser dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê got; “Metirsiya li ser Kurdistanê zêde ye, ji bo parastina destkeftiyan, pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye. Ger gelê Kurd yek be, wê li herêmê bi bandor be.”
Qadir Ezîz di dewama axaftina xwe de ragihand ku pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyek li ser bingehê yekîtiya netewî ya rast heye. Wek sedem jî got; “Ji ber ku îro li herêmê Kurd fakterek girîng in. Ji bo vê eger em hemû bi hev re bin, em ê li herêmê jî bi bandor bin. Ger ev yek pêk were wê dijminên me jî weke dost li me temaşe bikin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ