Pêwîstî bi têkoşînê heye

Çarşem 2 Cotmeh 2024 - 02:20

Biryar e di 18’ê vê mehê de hilbijartina taybet û di 20’ê mehê de jî hilbijartina giştî ya parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk were. Di vê hilbijartinê de ji hezar û 191 namzetan, 368 jê jin in. Ev rêje jî ji nîvî namzetan kêmtir e û rê nade ku jin li Herêma Kurdistanê tevlî proseya siyasî bibin. Derbarê mijarê de aktivîstên jin axivîn. Çalakvana bi navê Hana Şiwan ku di heman demê namzeta YNK’ê ya li herêma Silêmaniyê ye da zanîn ku rêjeya herî kêm a tevlî hilbijartinê tê kirin, jin in û got:“Li ser vê mijarê bêxemî heye, lê ev bê xemî yek ji astengiyên li beramberî pêşketina jinan e û nimûneyek xirab ji bo jinên ciwan ên bixwazin berê xwe bidin siyasetê, dide avakirin. Aliyên siyasî hewl didin astengiyên li beramberî jinan kêm bikin, lê di çarçoveya baweriyê de, baweriya wan bi hêza jinan nîne.”

Hana Şiwan di dewamê got ku dema jin dibin parlamenter jî weke kota li wan tê temaşekirin û got:“Ji bo ku jin biçin parlamentoyê û bikevin qada siyasî, pêwîstiya me bi xebat û têkoşînek dewam heye.” Çalakvana bi navê Behar Munzîr jî got:“Li Başûr desthilat ketiye destê zilaman de, li gorî salên borî rêjeya tevlîbûna jinan a di hilbijartinan de gelek kêm kiriye û ev jî ji bê bawerîbûna bi jinan dide avakirin. Herwiha di bingeha siyasî de zêdetirî xwe zilam desthilatê girtine dest xwe û sal bi sal baweriya bi jinan kêm dikin.” Behar da zanîn ku hizbên siyasî tenê jinan ji bo bernameya xwe ya siyasî didin pêş û got:“Ev yek bandorê li ser jinan çêdike û dibe sedem ku hebûna jinan a di navendên biryardayîn û saziyên hikumetê de kêm be û lewaz bimînin. Dema jin di nava hizbekê de bixwazin bikevin nava qada siyasî û kar bikin, rû bi rûyê gelek astengî û pirsgirêkan dibin. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê hizbên siyasî zêdetirî xwe di çarçoveya bernameya hizbê de kar dikin û ev jî wisa dike ku hilbijartin bi awayek dadperwerane pêk neyê. Ji bo ku li Kurdistanê rêjeya jinan zêde bibe, pêwîstî bi xebat û têkoşînek bandor heye û bikarin guhertinan çêbikin û çanda zilamslariyê nehêlin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.