Pêwistî bi gavên şênber heye

Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 03:10

Kamûran Tanhan ê ji DEM Partiyê rexne li hikumetê kir ku pênaseyeke şênber li pêvajoyê nekiriye û got," Di pêvajoyê bi vî rengî de divê danûstandin ji aliyê lîderên xurt ve bêne meşandin û aştî hem di gotinê de hem jî di pratîkê de bi şênberî û samîmî were nîşandan."

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan got, “Em li ber aştiyeke mezin e’ û anî ziman ku ev pêvajo ne tenê bi bêdengkirina çekan, di heman demê de bi veguherîna ziman, hiqûq û siyasetê dikare bê meşandin.

Kamûran Tanhan bal kişand ser wê yekê ku divê hikumet û medya bi zimanekî nû yê li gorî pêvajoyê biaxivin. Kamûran Tanhan destnîşan kir ku di pêvajoyê bi vî rengî de divê danûstandin ji aliyê lîderên xurt ve bêne meşandin û aştî hem di gotinê de hem jî di pratîkê de bi şênberî û samîmî were nîşandan.

Kamûran Tanhan got, “Dewlet û hikumet dema ku nêzî pêvajoyê bû, ya ku destpêkê divê bikin, teqez cidiyet e.”

Kamûran Tanhan rexne li hikumetê kir ku pênaseyeke şênber li pêvajoyê nekiriye û got, “Hîn di qonaxa amadekariyê ya danûstandinan de dikarîbû bi navekî cuda pêvajo bihata pênasekirin. Gotinên têne bikaranîn ne tenê pêvajoyê bi xwe, her wiha sekn û nêta aktorên di nava pêvajoyê de ne jî nîşan didin. Lewma hin pênaseyên şaş an jî kêm, carna ewqasî bi bandor dibin ku dikarin tesîrê li çarenûsa pêvajoyê bikin. Lewma gelek sedem hene ku mirov dikare bibêje desthilatdarî û dewlet ji cidiyetê bêpar in. Birêz Abdullah Ocalan dema beriya niha gotibû, ‘Pirsgirêk ne ji ber asta daxwazan e; pêwendiya pirsgirêkê bi rêbaza danûstandinê û nêzîkatiya durust heye’. Mezinahî û pêwîstiya biryarên herî giran ên weke fesixkirin û şewitandina çekan hîn jî ji aliyê desthilatdarî û dewletê ve nehatine fêhmkirin. Bersiva ku dan ‘mafê hêviyê’ weke mînaka vê yekê dikare bê nîşandan. Pêwistî bi gavên şênber heye.”

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.