Pêwîst e em piştgiriya aştiyê bikin

Pêncşem 20 Sibat 2025 - 03:05

Serdan û hevdîtinên Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê didomin. Şandeyê peyama Rêber Apo gihandin partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê. Rojnamevan Şaho Îbrahîm dibêje, “Pêwîst e em hemû piştgiriya pêvajoya aştiyê bikin, hemû hewldan, serdan, hevdîtin û gotûbêjên ji bo çareseriya aştiyana divê em piştgiriyek tam bidinê.”

Piştî ku ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan pêk tê, li Girtîgeha Yek Kesî ya Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, ji bo çareseriyeke mayinde û aştiyane ya pirsgirêka Kurd bi partiyên siyasî yên Tirkiyeyê re rêze hevdîtin pêk anî. Herî dawî Şandeya Îmraliyê ji bo peyama Rêber Apo bigihîne partiyên Başûrê Kurdistan û rayedarên Herêma Kurdistanê serdana Başûr kir.

Rojnamevan Şaho Îbrahîm têkildarî girîngiya pêvajoya çareseriyê, yekbûna gelê Kurd a di vê qonaxa dîrokî de û rola Rêber Ocalan di pêşxistina rêyên çareseriya demokratîk û aştiyane de axivî.

Şaho Îbrahîm di destpêka nirxandina xwe de da zanîn ku ev pêvajoya ku niha li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê destpê kiriye, yek ji qonaxên girîng ên têkoşîna azadiyê ye û wiha domand; “Têkoşîn ne tenê aliyê çekdarî ye, lêbelê danûstandin û pêvajoya çareseriyê jî beşeke ji têkoşînê ye. Niha Şandeya Îmraliyê du caran serdana Abdullah Ocalan kiriye, pêvajo hetanî radeyekê rêya xwe girtiye, ev jî yek ji qonaxên girîng ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.”

Şaho Îbrahîm têkildarî girîngiya yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd de jî dîtinên xwe wiha parve kir; “Eger em bi xwe hest bi girîngiya yekrêziya gelê xwe nekin, dijminên me hest pê dikin. Dibe ku di qonaxekê de nakokiyên siyasî di navbera siyasetmedaran de hebin, lê di vê qonaxê de ku pêvajoya çareseriyê berdewam e û her wiha ew rewşa ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, yekrêzî ji bo gelê Kurd gelek girîng û dîrokî ye. Herwiha divê siyaseteke zelal ya netewî hebe û li ser maseyê danûstandinê bê pêşkêşkirin.”

Rojnamevan Şaho Îbrahîm di dawiyê de têkildarî hêviyên xwe yên ji pêvajoya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin wiha got; “Ez geşbînim bi vê pêvajoya ku niha berdewam e. Heta radeyeke baş çarenûsa gelê Kurd, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê dikeve qonaxeke din. Her wiha bandora xwe li ser Rojavayê Kurdistanê jî dike. Ji ber vê yekê em li her çar parçeyên Kurdistanê girêdayî hev in û li her parçeyekî ku guherîn çêdibe, bandor li Başûr ango li ser me jî dike. Lewma pêwîst e ku em piştgiriya Kurdên Bakur bikin heta ku ev danûstandin bigihîjin encamê.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.