Pêwist e dewleta tirk cudakariyê neke

Çarşem 23 Tîrmeh 2025 - 03:25

Hemze Ebas Mamend Axa, da zanîn ku aliyê Kurd gavên giring avêt û nîşanî cîhanê da ku alîgirê çareseriya aştiyane ye û ne li gel tûndûtijiyê ye û got:"Em li benda dewleta Tirk in ku gavên pratîkî ji bo aştiyê bavêje û cûdakariyê di navbera gelê Kurd û Tirk de neke."

Di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo de, di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casene ya gundê Surdaş a navçeya Dukan a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, bi merasîmekê ku Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat jî di nav de bû, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 gerîlayan pêk dihat, çekên xwe şewitandin û niyeta xwe ya ji bo çareseriya aştiyane nîşanî hemû gelan û cîhanê dan.

Di derbarê pêngavên dîrokî yên Rêber Apo û PKK’ê yên ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê û li beramber de jî nêzîkatiya dewleta Tirk de, kesayetê naskirî yê devera Raperîn Hemze Ebas Mamend Axa axivî.

Di despêka axaftina xwe de Hemze Ebas Mamend Axa keyfxweşiya xwe ji bo destpêkirina pêvajoyê anî ziman û got: “Em hemû alîgirê aştiyê ne, ji ber ku aştî çavkaniya hevrejiyan û aramiyê ye. Tu kesê ji bilî malwêranî û şewtiandina dilê dayikan, xêr ji şer nedîtiye. Berjewendiya giştî ya gelê me aştî ye. Xwezî ev gav berî 30 salan bihata avêtin.”

Di dewamê de Hemze Ebas da diyarkirin ku aliyê Kurd gavên giring avêt û nîşanî cîhanê da ku alîgirê çareseriya aştiyane ye û ne li gel tûndûtijiyê de ye. Hemze Ebas got: “Em li benda dewleta Tirk in ku gavên pratîkî ji bo aştiyê bavêje û cûdakariyê di navbera gelê Kurd û Tirk de neke. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê nêzî 30 milyon Kurd hene. Divê mafên wan jî mîna yê Tirkan bên naskirin û hewldanên cidî ji bo hevre jiyanê bên kirin.”

Di derbarê giringiya yekitiya Kurdan de jî Hemze Ebas Mamend Axa got: “Yekgirtina Kurdan ne tenê niha hemû demê girîng e. Tekane çareserî aştî û yekgirtin e, çareserî ew e ku em hevûdû qebûl bikin.”

ROJNEWS-RAPERÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.