Pêvajoyê Serok APO xêz dike
Sêşem 22 Tîrmeh 2025 - 03:40
Derbarê girtiyê nexweşê giran Siddik Guler ê 85 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dihate ragirtin de di 18’ê Tîrmehê de biryara berdanê hate dayîn. Parêzerên Guler, ji bo ew sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) were kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê dan. Siddik Guler di 20’ê Hezîranê de sewqî ATKê hatibû kirin. Lijneya Îxtîsasê ya 11emîn a ATKê rapora xwe ya têkildarî mûayeneya Siddik Guler di 27ê Hezîranê amade kiribû. Lijneyê rewşa nexweşiya Siddik Guler li ber çavan girt û rapora “Nikare bi tena serê xwe bijî” amade kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê jî di 3’ê Hezîranê de bi nivîsekê têkildarî rewşa Siddik Guler ji Midûriyeta Polîsan a Alîşan a li navçeya Peyas a Amedê pirsa “Ji bo civakê xeter e” kir. Midûriyeta polîsan jî bersiva dozger da û diyar kir ku Siddik Guler “Ji bo civakê ne xetere ye”. Li ser vê yekê derbarê Siddik Guler de biryara berdanê hate dayîn. Siddik Guler di 18’ê Tîrmehê de ji girtîgehê hate berdan. Parêzerên Siddik Guler ew pêşwazî kirin û birin Şaxa Saziya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê. Malbata Guler a ji Amedê çû Îskenderûnê ew ji wir anîn mala xwe ya li Amedê. Siddik Guler ê nêzî 27 salan li girtîgehê hate ragirtin ji Ajansa Welat re qala rewşa xwe ya li girtîgehê kir.
Rapor betal dikirin
Siddik Guler, anî ziman ku salên dawî tehde û zilmeke zêde lê hatiye kirin û got:“Nexweşxaneyan rapor didan min rayedaran rapor betal dikirin. Niyeta wan nebû ku min berdin. Ez 85 salî me û nexweş im. Ji ber wê hatim berdan. Zilm pir zor e. Zilma li girtîgehan pir zor e. Bijîjkê girtîgehê hebên ku min dinivîsandin nedianîn. Vaye sê meh bûn heb nedane min. Me pir tehde û zilm dît. Lê îro li malê me. Îro pêvajoyeke aştiyê heye. Bi rêya gelê me, parlamenterên me, parazvanên mafên mirovan, parêzerên me îro hatime berdan û di nava malbata xwe de me.” Siddik Guler, da zanîn ku dema hat girtin tu nexweşiyên wî tunebûn. û got:“Ez li 11 girtîgehan gerandim. Wexta ez hatim girtin tenduristiya min baş bû. Nêzî deh sal in ez bi van nexweşiyan ketime. Wexta ez dibirim nexweşxaneyê ji bijîjkan re digotin ev ‘terorîst’ e. Ji ber vê tedawiya min nedihate kirin. Carekê li Îskenderûnê ez heft caran vala vala birim nexweşxaneyê û anîm. Ez dibirim li wir dihiştin û dîsa bi paş ve dianîm.”
Baweriya me heye
Siddik Guler bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Menemenê hin girtî li ber mirinê bûn. Lê ew bernedidan. Dest, ling û çavên gelek kesan tune bûn. Heke îro edalet hebûya ev kes di girtîgehan de nediman. Kesê destê wî çavên wî tune bin dê çawa li xwe binere. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Bi vê pêvajoya aştiyê keyfa me hat. Em dixwazin xwîn neyê rijandin. Em dixwazin aştiyeke di çarçoveya heq, hiqûq û edaletê de pêk bê. Li gorî vê divê heqê herkesê bê dayîn. Baweriya me bi pêvajoyê heye. Rêya vê pêvajoyê Serok Apo xêz dike, encax ew dizane ku ev mesele wê çawa were çareserkirin. Heke em bixwazin aştiyek pêk were divê ewilî girtiyên nexweş bên berdan. Piştî aştî pêk hat Serok Apo jî wê were berdan. Wê civak di nav xwişk û biratiyê de bijî. Em dixwazin Serok Apo were berdan ku aştiyeke xurt pêk were.”
NAVENDA NÛÇEYAN