Pêvajoya komploya navneteweyî

Duşem 3 Sibat 2025 - 03:45

  • Komploya Navneteweyî ya li hember Rêber Abdullah Ocalan hevkariya qirêj a hêzên cîhanê derdixe holê û plana ku ji DYA heta Rûsyayê, ji Îngîlîstan heta Israîlê tê de rol digirin, bi ser neketin ku Kurdan tasfiye bikin.

Rêber Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin 26 sal in li Îmraliyê tê girtin. Komployê ji 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina ji Sûriyeyê ya Abdullah Ocalan dest pê kir û bi anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê ya di 15’ê Sibata 1999’an de, heta niha jî didome. Komplo bi tevlibûna gelek hêzên hegemonîk û dewletan ku têde Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) di 1949’an de bi pêşengiya DYA’yê hatiye avakirin pêk hat.

Di vê beşa dosya xwe de em rola hêzên di komploya navneteweyî de cih digirtine digirin dest.

Rola Îngîlîstanê

Rêveberiya Îngîlîz jî di komployê de aktîf cih girt. Di konsepta tasfiyekirina têkoşîn azadiya Kurd de Îngîlîstan di serî de tê. Di hewldanên têkoşîna li hember PKK’ê Îngîlîstan serkêşiyê dike. 

Îsraîlê jî rola xwe lîst

Îsraîl yek ji wan dewletan bû ku roleke girîng lîst. Rêveberiya Tel Avîvê ya serdemê beriya 9’ê Cotmehê soza piştgiriya siyasî, dîplomatîk û îstîxbaratê dabû Enqereyê. Rewşa Abdullah Ocalan di rojeva Serokwezîrê wê demê Mesut Yilmaz de ku di Îlona 1998’an de çûbû gera Rojhilata Navîn. Di dema çûyîna Mesut Yilmaz a Tel Avîvê de, di navbera Urdun, Îsraîl û Tirkiyeyê de ji bo "şopandina germ a Abdullah Ocalan" hevkariyeke veşartî hat avakirin. 

Rola Yewnanistanê 

Yek ji welatên di komployê de bi bandor bû Yewnanîstan bû. Yewnanîstanê ku beriya 9’ê Cotmehê Abdullah Ocalan vexwendiyê welatê xwe kir, piştre Abdullah Ocalan wek kesê nayê qebûlkirin îlan kir. Abdullah Ocalan bi hevkariya  Amîral Naksakîs yê Yewnan li balafira diçû Rûsyayê hat siwarkirin û cara duyemîn çû Atînayê. 

Daxwaza îltîcayê hat qebûlkirin

Di rojên ku Tirkiyeyê bi rêveberiya Yevgeni Primakov re danûstandin dikir, Dûma, Meclîsa jêrîn a Parlamentoya Rûsyayê, serlêdana penaberiya siyasî ya Abdullah Ocalan xist rojeva xwe û biryara xwe di 4'ê Mijdara 1998'an de eşkere kir. Daxwaza penaberiyê ya Abdullah Ocalan hema hema bi yekdengî, li hember yekî bi dengên 298’an hate qebûl kirin. Ev biryar ji ber zextên hêzên cîhanî, bi taybetî jî DYA û nelirêtiya rêveberiya Yevgenî Prîmakov, nehat bicihanîn. Abdullah Ocalan di 12’ê Mijdarê de neçar ma biçe Romaya paytexta Îtalyayê.

Têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê

Di 29’ê Çileyê 1999’an de Abdullah Ocalan ji Bîşkekê anîn Moskovayê û li balafirek taybet kirin û şandin Atînayê. Moskovê derî li Abdullah Ocalan girtin û derket holê ku li pişt vê lîstikên qirêj ên Rûsya û Tirkiyeyê hene.

Li Almanyayê biryara girtinê

Piştî têkiliyên Otto Schily yên li Romayê, Dadgeha Federal a Alman di 19'ê Mijdara 1998'an de dosya lêkolîn kir û ji bo Abdullah Ocalan biryara girtinê ya nû da. Ev nûvekirina biryara girtinê ye ku Almanyayê cara yekem di 12’ê Çileya 1990ê de ji bo Abdullah Ocalan dabû. 

Ji Kenyayê tehdîd

Kenya ku Abdullah Ocalan di navbera 2 û 15'ê Sibatê de lê mabû, di pêkanîna armanca xwe ya 129 rojan de wek îstasyonek girîng hat qeydkirin. Hikûmeta wê demê ya Kenyayê, ku koloniyeke berê ya Brîtanyayê bû, bi helwesta xwe ya qels alîkariya Abdullah Ocalan kir ku ji avahiya balyozxaneyê were derxistin. Wezîrê Karên Derve yê Yewnanîstanê Teodoros Pangalos ji rayedarên sefaretxaneyê re got, "Hûn wî ji avahiyê derxînin û mudaxeleyî yên mayîn nekin.” Abdullah Ocalan ji Kenyayê re digot, "Ez bê garantiya dewletê dernakevim." Di saetên êvarê yên 15’ê Sibatê de, Serokê Îstîxbarata Kenyayê Noan Arap Ta got, "Balafir amade ye, bi lez derkeve derve.” Abdullah Ocalan piştî gefa "Şev nêzîk dibe, ez nikarim garantî bikim bi şev çi dibe", ji sefaretxaneyê derket û li Toyota Land Curiser a polîsên Kenyayê hat xistin û li balafirgehê radestî îstîxbarata Tirk hat kirin.

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.