Pêvajo hesas e divê yek bin

Şemî 11 Çile 2025 - 03:00

Bi destpêka şoreşa Sûriyeyê re, bi taybetî Şoreşa 19’ê Tîrmehê 2012 re, hunermendan bi hunera xwe banga parastina welat û nirxên jiyana hevbeş kir. Hunermendên Kurd ku bi gelek stranan banga yekitiyê û parastina destkeftiyan kir.

Hunermend Hacî Mûsa der barê girîngiya yekitiya neteweyî ya kurdî de got: Em di pêvajoyeke çarenûsî re derbas dibin. Ji me tê xwestin em hevgirtî bin û yekitiya xwe ava bikin da ku bikarin destkeftiyên ku me bi dest xistine, mîsoger bikin."

Hacî Mûsa diyar kir ku hunermend neynika civakê ne, ji erka wan e daxwaza yekitiyê ya civaka kurdî ragihînin.

Hunermend Rewşen Îbrahîm jî destnîşan kir kir ku hunermend di civakê de xwedî rol in, divê zextê li aliyên siyasî bikin da ku yekitiyê çêkin û got:"Ev pêvajo hesas e, divê em erka xwe bi rêk û pêk bi cih bînin. Dewleta Tirk li derfetekê digire da ku gelê Kurd tune bike û nasnameya wî ji holê rake."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.