Li Hewlêrê PDK û YNK civiyan. Di civînê de ji bo hilbijartinên Iraqê, PDK’ê ji bo herêmên madeya 140 pêşniyaza lîsteya hevbeş pêşkêşî YNK’ê kir. Heman pêşniyaz ji bo Tevgera Gorran jî heye.

Li Hewlêrê ev çend roj in PDK’ê dest bi hevdîtinên li gel aliyên siyasî kiriye. Di vê çarçoveyê de doh li gel YNK'ê civiya. 

Civîn li ragihandinê girtî pêk hat. Lê gorî agahiyan, ji bo hilbijartina parlamena Iraqê, PDK ji herêmên madeya 140 ditirse û bi taybetî jî ji Kerkûkê. Lewma pêşniyaza lîsteyeke hevbeş pêşkêşî YNK’ê kiriye.

Heman pêşniyaza PDK'ê ji bo Tevgera Gorran jî heye. Tevgera Gorran hevpeyman pejirandiye. Niha PDK li benda bersiva YNK’ê ye û dixwaze PDK jî di nava vê lîsteya hevbeş de hebe. Gava nûeya me dihat amadekirin, av li rê bû ku PDK û Tevgera Gorran bicivin û Tevgera Gorran nêrîna xwe ya dawî ragihîne PDK’ê.

Li gorî agahiyan, heta niha YNK bi vê daxwaza PDK’ê razî nebûye. Li gorî YNK’ê dengê pirraniya herêmên madeya 140, bi taybet ên Kerkûkê yên wê ne, lewma naxwaze li ser aliyên din parve bike.

Berî niha PDK'ê li gel Yekgirtûy Îslamîy Kurdistan û Tevgera Îslamî ya Kurdstanê jî civiyabû. Biryar e ku destpêka hefteya bê, li gel Komeley Îslamîy Kurdistan, Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) û Hizba Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê bicive.

Herî dawî di 12’yê Çile de li Baregeha Hizba Komunîsta Kurdistanê ya Kerkûkê partiyên Kurd ji derveyî PDK’ê civiyan. Di vê civînê de, berpirsê Komîteya Hizba Komunîsta Kurdistanê yê Kerkûkê, Şêx Sedîq Ehmed ji bo li gel PDK li ser lîsteyeke hevbeş biaxive, hatibû erkdarkirin.

HEWLÊR