Doh di saetên sibehê de dewleta Tirk a dagirker bi balefiran çiyayê Kurejaro yê li bajaroka Şêladiz a ser bi Dihokê bombebaran kir. Di encama êrişê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û tê gotin çend welatiyek jî birîndar bûne.
Di derbarê êrişê de Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) daxuyaniyek da. Li gor CPT’yê kesê jiyana xwe ji dest dayî bi navê Osman Rijdî Rêkanî (32) û pêşmerge ye. Her wiha CPT dibêje Osman Rijdî dema ku bi karê mêşvaniyê ve mijûl bû di encama bombebarana balefirên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest daye.
Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê roj bi roj dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfireh dike. Tevî dagirkeriya bi eşkere, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengin. Ji ber vê bêdengiyê ji destpêka salê ve di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê de, 13 welatî şehîd bûne û 11 welatî jî birîndar bûne.
ROJNEWS