- Endamê berê yê Meclisa Navendî ya YNK’ê Îbrahîm Celal got, PDK dixwaze şerê li dijî PKKʼê bi parlamentê bide qebûlkirin û vê rewa bike, lê YNK vê yekê napejirîne. Îbrahîm Celal diyar kir ku pêşmerge naxwazin şerekî bi vî rengî bikin.
Nivîskar û endamê berê yê Meclisa Navendî ya YNK’ê Îbrahîm Celal di hevpeyvîna xwe ya li gel Rojnewsê de bersiv da pirsên têkildarî aloziya li Herêma Kurdistanê, siyaseta PDK’ê ya ji bo hewldana şerê navxweyî û helwesta YNK’ê ya li ser van aloziyan.
Îbrahîm Celal têkildarî peyama Mesûd Barzanî ya dawî diyar kir ku demeke dirêj e PDK amadekariya şerê li dijî PKK’ê dike û got: “Lê ji ber ku hinek pirsgirêkên din li pêş hebûn nedikarî vê yekê eşkere bike. Yek ji pirsgirêkan jî kêmaniya hêza çekdarî bû li wê deverê. Dewleta Tirk jî hatiye li wê herêmê bi kûrahiya zêdetirî 40 kîlometran dagir kiriye. PDK’ê destpêkê nedixwest êriş bike, ji ber ku dizanî hêza wê têrê nake PKK’ê ji wê herêmê derxe. Ji bona wê li benda lihevkirina li gel Iraqê bû, da ku bikarin bi hev re Şengalê têxin jêr desthilata xwe. Ger Şengal were kontrolkirin wê xeta ji Şengalê ta digihêje devera Barzan û Qendîlê kontrolkirina wê mîsoger bike.
PDK razî ye Kerkûkê bide Tirkiyê
Li gorî min PDK razî ye ku Kerkûkê jî radestî Tirkiye bike tenê ji bo peywendiyên wê li gel Tirkiye qut nebin. PDK’ê name ji YNK’ê re şandiye û baweriya wê bi wê yekê heye ku wê bikare du îdareyî ava bike. Lê bi mercê ku dahatên li herêmên YNK’ê û PDK’ê bi awayek hevpar werin dabeşkirin. Lê YNK’ê ev yek red kiriye.”
Îbrahîm Celal destnîşan kir ku şerê navxweyî dê malwêraniyê hem ji bo Bakur hem jî ji bo Başûr bîne û wiha axivî: “PDK’ê xwest bi vê peyamê PKK’ê ji rewşa heyî berpirsyar nîşan bide. Lê baş tê zanîn ku vî şerî PDK li dijî PKK’ê dike. PDK vî şerî jî di cihê Tirkiye de li gel PKK’ê dike. Li gorî min lidarxistina vî şerî ji bo Mesûd Barzanî asayî ye. Ji ber ku 31’ê Tebaxê jî rejima Baas anî Hewlêrê û kilîla parlamentoyê radestî wê kir. Vê carê jî pîlana wê yekê daniye ku rêveberiyek du îdareyî ava ke û wan deverên di jêr destê wê de hene wek wîlayetekê radestî Tirkiye bike û ew bi xwe jî bibe serokê wê wîlayetê. Ev pîlan jî ne tenê ji bo deverên sinorî ye. Musil jî digre nava xwe, ji ber ku di bingeh de Mûsil yek ji wîlayetên Osmaniyan bû. Bêguman ger ev êriş bi ser bikevin û welatên ewropî û erebî li dijî wê dernekevin, wê piştî du salên din ev pîlanên dewleta Tirk bigihêjin encamê.”
Barzanî stratejiya xwe nîne
Îbrahîm Celal got: “Mesûd Barzanî keseke ku nekariye di jiyana xwe de bibe xwedî stratejiyek diyarker. Tevahî jiyana xwe bi taktîkan derbas kiriye. Barzanî li aliyek diçe Mexmûrê spasiya gerîla dike, heman Barzanî niha jî dibêje PKK ev herêm dagir kirine û çima naçin welatê xwe. Ez dipirsim, ger Başûrê Kurdistanê ji bo PKK’ê heram e, çima deverên taybet ji bo hizba PDK’ê diyar dike?”
Xwestiye parlement biryar şer bide
Îbrahîm Celal her wiha destnîşan kir ku PDK’ê daxwaz kiriye ku parlamento bicive û biryara şerê li dijî PKK’ê bide lê YNK’ê ev daxwaz red kiriye û wiha lê zêde kir: “Dixwazim were zanîn ku hêza pêşmerge neçûye van cihan. Bi neçarî hêza xwe ya taybet birine. Pêşmerge naxwaze tevli vî şerî bibe. Ne li Şengalê ne jî li Behdînan naxwaze şer bike. Hêzên PDK’ê ji van hemû deveran bi taybetî Şengalê bi îradeya xwe vekişan û ji bo PKK’ê hiştin.”
PDK û DAÎŞʼê li hev kiribûn
Herweha Îbrahîm Celal di dawiya hepeyvîna xwe de diyar kir ku gelê Şengalê li dijî PDK’ê ye û got: “Gelê Şengalê napejirîne hêza ku niha li Şengalê hatiye avakirin were derxistin û di şûna wê de hêza PDK’ê bicih bibe. Ji ber ku dibêjin hem Hikûmeta Iraqê hem jî PDK’ê ew firotin DAIŞ’ê. Rastiya vê yekê jî heye, ji ber ku ev kar bi lihevkirinek gelek veşartî ya navbera PDK’ê û DAIŞ’ê pêk hat.”
Em doza yekgirtinê dikin
Endamê Serkirdayetiya Hizba Şûî ya Kurdistanê Ebo Tara, da zanîn ku ew wek Hizba Şûî li dijî şerê Kurd li beramberî Kurd in û daxwaz kir ku aliyên Kurdî hemû li dijî dagirkeran yekîtiya xwe ava bikin. Ebo Tara got, şerê navxweyî yê ji beriya niha rûpelekî reş e di dîroka gelê Kurd de û ziyaneke mezin da Kurdan.
Nerazîbûnên aliyên siyasî yên li dijî hewildanên PDK’ê yên ji bo lidarxistina şerê navxweyî her ku diçe zêdetir dibin.
Ebo Tara helwesta partiya xwe ya li dijî şerê navxweyî nîşan da û got: “Wek Hizba Şûî em li dijî şerê Kurd li beramberî Kurd in. Em kuştin û bibinkeftina hêzeke siyasî ya xebata rewa ya gel û nîştiman bi ziyaneke mezin bi nav dikin. Banga me ji Başûr ji bo PKK’ê, PDK’ê û hêzên têkoşer ew e, di vê demê de ku rejima Tirk êrişê ser Başûr dike, bi rêyên diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. Em tevayî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûr mehkûm dikin. Em dibêjin na ji bo hev kuştin û wêrankariyê.”
NAVENDA NÛÇEYAN