- Her diçe nerazîbûna gel li Başûrê Kurdistanê ji hikûmetê û nedayîna mûçe zêdetir dibe.
Her diçe nerazîbûna gel li Başûrê Kurdistanê ji hikûmetê û nedayîna mûçe zêdetir dibe. Mamoste û karmendên Rêveberiya Rewşenbîrî ya
Silêmaniyê kar boykot kirin, li Hewlêrê jî Pêşmergeyên Dêrîn nedana mûçeyên xwe protesto kir.
Ev bi rojan e, mamoste û karmendên Başûrê Kurdistanê ji ber nedana mûçeyên xwe, boykot ragihandine û naçin ser kar.
Bi dehan pêşmergeyên Dêrîn li Hewlêrê ber bi deriyê parlamena Herêma Kurdistanê meşiyan. Pêşmerge dixwazin mafê wan were dayîn.
Pêşmerge dibêjin, ew ne tenê ji bo xwe, ji bo daxwazên xelkê jî dimeşin.
Pêşmergeyên di çalakiyê de diyar kirin ku gelek caran daxwazên xwe ragihandine parlamenê, lê bersa wan nehatiye dayîn.
Mamoste û karmendên Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyeyê jî, ji ber nedana mûçeyan li ber derê avahiya rêveberiyê bi daxuyaniyekê boykot ragihand.
Li Başûrê Kurdistanê ji yekşemê ve karmend û mamostayên navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, yên Silêmanî, Germiyan û Îdareya Raperînê, li dijî nedana mûçeyan, boykot ragihandine û naçin ser kar.
Karmend û mamoste dibêjin, heta mûçeyê wan neyê dayîn, ew ê neçin ser kar.
Hêjayî gotinê ye ku di 27’ê Adarê de Wezareta Darayî ya Iraqê 200 milyar dînar ji bo karmendên Herêma Kurdistanê şandibûn.
Tevî ku Iraq mûçeyê karmendan dişîne jî Hikûmeta Herêmê wan mûçeyan belav nake.
HEWLÊR/SILÊMANÎ