Pêşmerca pêvajoyê azadiya Ocalan e

Sêşem 8 Nîsan 2025 - 03:40

Bi ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO, zêdetirî mehek derbas bû. Lê hêj jî desthilatdariyê tu gavên erênî yên şênber neavêtiye. Gelek derdor dibêjin ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê dewlet gavan biavêje. Yek ji îmzevanên “Banga Piştevaniya bo Hewldanên Aştiyê” û Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) Prof. Kariane Westrheim, diyar kir ku her tişt girêdayî bersiva Tirkiye dide bangê ye. Kariane Westrheim, da zanîn ku nêzî 20 sal in Tevgera Azadiyê ya Kurd ji nêz ve dişopîne. Kariane Westrheim, anî ziman ku gelê Kurd ji berê heta niha gelek pêş ketiye û got: “Li gorî min asta zanebûnê ya Kurdan li gorî 20 sal berê gelek pêş ket. Bi serê xwe xebatên bi tevgerê re jî enerjî û hêzeke mezin dide min. Ji ber ku ewqas kesên li wir canê xwe feda dikin hene ku heyraniya xwe ya ji bo vê xebatê nikarim bi gotinan vebêjim. Bi rastî jî dema mijara behsa xeberê dibe kar, gelek bi disiplîn in. Her wiha qedrê xwe jî dizanin. Lewma jî ev 20 salên min bi Kurdan re derbas kirin, ewqas tişt li min zêde kirin ku nikarim vebêjim.” 

Bangekî gelekî xurt e

Kariane Westreheim diyar kir ku dema banga Rêber APO cara ewil bihîstin hewldane fêm bikin û hinek jî bifikar bûn û got:“Lê piştre dema tevgerê bi xwe û berdevkên wê bang nirxandin, wê demê baştir hate fêmkirin ka dibêje çi. Ev, bangekî gelek xurt e û pêşiya gelek dibêtiyan vedike. Lê belê her tişt girêdayî bersiva Tirkiyeyê ye. Heta niha tiştek çênebûye. Lê dîsa jî li gorî min kirina bangê gelek girîng e. Pêvajoyek dest pê kir û dibe ku yekser tiştek jê dernekeve. Li gorî min divê em hinek ji dem û pêvajoyê bawer bin. Lewma ez gelek bi hêvî me.” Kariane Westrheim destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan pêşemerca pêvajoyê ye û got:“Ev pêvajo bêyî azadiya Ocalan nabe. Ji ber ku ew lîder e. Her lîderekî siyasî, mecbûr e bi endamên partiya xwe, bi tevgera xwe re hevdîtinan bike û danûstandinan bike. Heke Tirkiye bersiveke şênber bide bangê û pêvajo pêş bikeve, wê demê dê sererastkirinên di qanûnan de û tevdîrên siyasî ferz bibin. Bêguman ev jî pêşemerceke teqez e. Lê belê beriya her tiştekî divê Ocalan azad bibe. Pêvajo bêyî wî nabe.” 

Li dijî Kurdan sûcê bêdengiyê 

Kariane Westrheim, bal kişand ser biryara binpêkirina “mafê hêviyê” ku DMME’yê têkildarî Abdullah Ocalan dabû û Tirkiye cîbicî nayine û got:“Mafê hêviyê mafê her kesî ye. Biryara DMME’yê heye û Komîteya Wezîran jî xistiye rojeva xwe. Lê pirsgirêk ew e ku daxuyaniyan didin lê pratîk tune ye. Dixwazin salekê bisekinin û heke Tirkiye tiştekî neke wê demê wê tevdîran bigirin. Lê tu feydeyê vê nîne. Divê hin kes derkevin holê û bibêjin ‘Temam êdî bes e.’ Hêza van saziyan tevan heye. Dikarin vê bikin lê nakin. Di esasê xwe de tu kes li dijî Tirkiyeyê ji bo Kurdan naaxive û ranabe ser pêyan. Û ev jî sûcê bêdengiyê ye. Sûcê bêdengiyê jî biqasî kirina sûc cidî ye.” 

PKK ne terorîst e

Kariane Westrheim, anî ziman ku divê banga ku ew jî yek ji îmzevanan e û kampanyayên navneteweyî yên weke “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” bidomin got:“PKK di ‘lîsteya terorê ya YE’yê de ye.’ Ev jî li pêşiya pêşketina pêvajoyê astengî ye. Divê ev rewş were guherandin. PKK terorîst nîne. Aştiyê dixwazin. YE jî dizane PKK terorîst nîne û divê di lîsteya terorê de nebe. Lê dîsa jî vê rewşê didomînin. Lê li gorî min ji bo PKK ji vê lîsteyê were derxistin divê tu hincet nebin. Tiştekî deraqilî ye ku di wê lîsteyê de bin. Belkî di dawiya vê pêvajoyê de pêşiya vê vebe." Kariane Westrheim, got ku Tirkiye naxwaze di pêvajoyê de aliyeke sêyemîn hebe û got: “Li gorî min divê aliyekî sêyemîn hebe. Tirkiye vê naxwaze û dixwaze vê bi tena serê xwe bike. Dibêjin ‘çekên xwe deynin. Ev lîstik qediya.’ Lê muzakere bi vî awayî nabin.” Kariane Westrheim, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ne tenê ji bo PKK’ê ye û got:“Ev bang, banga piştevaniya bi aştî û demokrasiyê ya cîhanê ye. Lewma jî li gorî min piştevaniya bi pêvajoya aştiyê re berpirsyartiya me û her kesî ye. Her kes dikare berpirsyartiya xwe bicih bîne. Li gorî min her kes dikare ji nasekî/a xwe re vêpêvajoyê vebêje û bixe nava tevgerê.” 

MA/HÎVDA ÇELEBÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.