• Rêveberê Giştî yê Malbenda 20’an a Qereçox yê Partiya YNK ya Navçeya Mexmûrê Nesulilah Sûrçî li ser dagirkerî bang li gelê Kurd û partiyên Kurd kir ku di demeke nêz de kongreya neteweyî li dar bixin.

Rêveberê Giştî yê Malbenda 20’an a Qereçox yê Partiya Yekîtiya Nişatîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Navçeya Mexmûrê Nesulilah Sûrçî li ser dagirkerî ya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re axivî û bang li gelê Kurd û partiyên Kurd kir ku di demek nêz de kongreya neteweyî li dar bixin.

Nesrulah Sûrçî da zanîn ku li ser petrola Başûrê Kurdistanê di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de ji bo 50 salan peymanek hatiye îmzekirin û got: “Nayê zanîn ka ev petrol niha ya me ye yan ya dewleta Tirk e. Ji ber vê neheqiyê ku niha li Gelê Başûrê Kurdistanê tê kirin, gel nerazî ye û ji bo vê derketiye qadan û daxwaza mafê xwe dike.”

Sûrçî diyar kir ku dewleta Tirk wê hêdî hêdî hemû axa Başûrê Kurdistanê dagir bike û got, "Dema em temaşe dikin îro herêma Behdînan û beşek ji herêma Soran a Başûrê Kurdistanê niha ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin. Niha 73 baregehên leşkerî yên dewleta dagirker di nava axa Başûrê Kurdistanê de hene.

Dewleta Tirk bi hinceta PKK'ê hemû hêza xwe tîne Başûrê Kurdistanê, lê belê mijar ne PKK ye, armanca wan ew e ku hemû axa Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Dewleta Tirk dixwaze heta sala 2023’an di serî de bajarê Mûsil û hemû axa Başûrê Kurdistanê bixe nava sînorê dewleta xwe."

Sûrçî di dewama axaftina xwe de qala herêmên ku dikevin çarçoveya xala 140 a li gorî qanûnê Iraqê û got: "Piranî axa Başûrê Kurdistanê dikeve nava sînorê madeya 140'î ku niha ji derveyî sînorê herêma Kurdistanê dimîne.”

ROJNEWS/MEXMÛR