Pêşîmam Hiznî kiras guhert
Pêncşem 26 Tebax 2021 - 13:03
Koordînasyona Civaka Êzîdî ya li Ewrûpayê, ji ber ku Pêşîmam Hiznî Hesen Omer kiras guhert, sersaxî ji civaka Êzîdî re xwest.
Koordînasyonê got, "Pêşîmam Hiznî ji malbateke welatparêz û xîretkêş bû. Ji herêma Torê ya Bakurê Kurdistanê bû. Malbata wî di dema serhildana Mala Haco de li hemberî dewleta Tirk a faşîst, bi mala Haco re çû Rojavayê Kurdistanê. Sala 1979'an ji ber zilm û zordariya rejîma Beesê bi malbatî berê xwe dide Elmanyayê.
Li Elmanyayê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û ji hingî ve bi germahiyeke mezin nêzî tevgerê bû. Li her qadê tevlî kar bû. Gorbihuşt Pêşîmam Hiznî demekê Serokatiya Federasyona Komeleyên Êzîdiyan û nûnertiya civaka Êzîdî li nava KNK'ê kir. Her wiha di nava Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat de xizmeteke mezin kir. Herî dawî çi di Komîsyona Oldaran çi jî di nava Meclîsên Gundên Êzîdiyan de xizmeta civaka xwe kir.
Bi navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê, bi navê sazî û pêkhateyên xwe hemûyan sersaxiyê ji malbata hevrê û pêşîmamê xwe Hiznî, tevahiya civaka Êzîdî re dixwazin û êşa wan parve dikin."
NAVENDA NÛÇEYAN