‘’Pêşî Peya’’ li kolanên Stanbolê digere

În 2 Tebax 2024 - 01:15

Çavneberiyên li dijî gotinên ‘’Pêşî Peya’’ û ‘’Hêdî’’ yên ji bo trafîkê, ku bi fermana Wezareta Tirk tê rêvebirin li nav raya giştî ya Kurd dibe sedema hêrs û kînekê. Li Stenbolê dijî vê çavnebariya bi nîjatperestî helwest hate nişandan û li rêyan ‘’Pêşî Peya’’ hate nivîsîn. Tê payin ev çalakiya nivîsandina bi Kurdî berbelav bibe û gel dijî vê barbariya Tirk her deverê bi nivîsên bi Kurdî bixemilîne.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çiçek û Parlamanterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Celal Firat li dijî jêbirina nivîsên hilyariyê yên "Pêşî Peya" ên bi Kurdî ku li Kurdistanê tên jêbirin", li navçeya Eyupsultan a Stenbolê li ser Kolana Cengîz Topelê "Pêşî Peya" nivîsandin.

Hevberdevkê HDK’ê Çîçek got, “Em çavnebariya li dijî zimanê Kurdî ya li Êlih û Mêrdînê, li Stenbolê şermezar dikin. Ev sîstema nîjadperest ku dijminatiyê li Kurdan dike, di heman demê de dijminatiyê li jiyanê, zindiyan, heywanan, şînahî û xwezayê dike. Ji ber vê yekê divê nîjadperestî û faşîzm têk biçe."

Celal Firat jî wiha got, “Radibin û rûdinên dibêjin ‘em biran e’. Eger em birabin wê demê divê ev nivîs neyên jêbirin. Li dijî jêbirina nivîsên Kurdî divê hemû civak dengê xwe bilind bike.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.