- Turneya Şanoya Bajêr a Amedê ya Ewrûpayê ku diviya Sibatê bê lidarxistin ji ber ku meqamên Elman bi hincetên kelevajî vîze nedan hat bipaşvexistin.
MIHEME PORGEBOL
Turneya Şanoya Bajêr a Amedê ya Ewrûpayê ku diviya Sibatê bê lidarxistin ji ber ku meqamên Elman bi hincetên kelevajî vîze nedan hat bipaşvexistin.
Elmanyayê ji 7 şanogerên aktor, vîze neda sisiyan. Weke sedema vîzenedanê jî, meqamên Elman îdîa kir ku îhtîmal heye ku ew li Elmanyayê bimînin.
Elmanyayê vîze neda Ozkan Şeker, Dicle Guneş Yavuz û Şilan Alagozê, lê salek vîze da endamên din ên komê. Ji hunermend û lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê ku di heman demê de lîstikvana lîstika Don Kîxot e jî, Berfîn Emektar got, “Me yê turneya xwe ya Ewrûpayê bi lîstika xwe Don Kîxotê bikira, lê vîze nedan nîvî ekîba me û ev jî bi hincetên mirov weke hunermend nikare qebûl bike. Wan vîze neda hunermendên ciwan ên komê.
Meqamên Elman behsa fikarên xwe rewşa wan a malbatî û îhtîmala wan a li Elmanyayê manê kir.”
Diviyabû turneya komê Sibatê dest pê bikira û lîstika Don Kîxot a Cervantes bi lêanîna Ferhat Feqî wê li Berlîn, Hamburg, Koln, Essen, Frankfurt, Anvers, Amsterdam, Zurich, Solothurn, St. Gallen, Luzern, Basel, Cenevre û Lozanê bihata nîşandan. Ji bo ku turne Nîsanê pêk bê hewldanên Şanoya Bajêr a Amedê dewam dikin.