• Şandeya PDK’ê serdana baregeha sereke ya Tevgera Gorran kir ûbi  berpirsên Tevgera Gorran re civiyan.

Şandeya PDK’ê serdana baregeha sereke ya Tevgera Gorran kir û berpirsên Tevgera Gorran ew pêşwazî kirin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, civînê dewam dikir. Mijara sereke ya civînê jî xweamadekirina ji bo civîna sêalî ye.

Şandeya PDK’ê bi serokatiya Hişyar Zêbarî piştî civîna li gel YNK’ê, çû serdana Tevgera Gorran. Şandeya PDK’ê li Girê Zergete yê Silêmaniyê ji aliyê Rêkxerê Giştî yê Tevgera Gorran Omerî Seîd Elî ve hate pêşwazîkirin. Civîna herdu aliyan gava nûçeya me dihat amadekirin, dewam dikir.

Li gorî daxuyaniya hevbeş a PDK’ê û YNK’ê, ya beriya vê civînê, amadekariyên ji bo civîna sêalî ya di navbera PDK, YNK û Tevgera Gorran de tê kirin ku biryar e vê hefteyê bê lidarxistin.

Yek ji mijarên din ên vê civînê, lihevkirina li gel Bexdayê û mekanîzmeya çareserkirina pirsgirêkan û bûdceyê ye.

ROJNEWS/SILÊMANÎ