Pêşenga dijkoledariyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 2 Îlon 2023 - 04:14

  • Harriet Tubmanê bi tena serê û bi destê xwe 70 kole ji Marylandê rizgarkirin û birin eyaletên bakur ên Emerîkayê û Kanadayê. Ji ber wê jî ew weke yekê ji pêşengên tevgera li dijî koledariyê tê qebûlkirin.

Sala 2007´an li semta Harlem a New Yorkê, peykerekî abîdeyî ji bo Harriet Tubman hat danîn. Hunermend Alison Saar ev abîde sêwirandibû. Di abîdeyê de mirov bi xweşikî Harriet Tubman nas dike. Lê wê di heman demê de ew weke lokomotîfekê jî sêwirandibû. Ew ji pêşengên rêxistina li dijî koledariyê “Rêya Hesinî ya Binerdê” bû. Ew ji pêşengên tevgera li dijî kolekirina mirovên reşik bû. Wê gava mirovên reşik ji koletiyê rizgar dikirin, heger bihata girtin wê bihata kuştin. Bi vê sêwirandinê mirov dikare, Harriet Tubman her wiha weke lokomotîfeke pêşeng a tevgera li dijî koledariyê ya li Emerîkaya sedsala 19´an bibîne. 

Harriet Tubman, teqrîbî sala 1820´an hatiye dinê. Navê lê hatiye kirin Araminta Ross bûye. Lê ew li devera ku lê kole bû yanî Marylandê nema. Jixwe gava 10´ê Adara 1913´an mir jî li New Yorkê bû.

Ew navdartirîn kesa rêxistina alîkariya reva ji koletiyê ya bi navê Underground Railroad (Rêya hesinî ya binê erdê [yan jî qaçax]) bû. Wê ji sala 1849´an û pê ve alîkarî dikir bi mirovên reşik ên ku di dema şerê navxweyî yên Emerîkî de ji koletiyê direviyan. Yanî vê rêxistinê mirovên reşik ên li eyaletên başûr ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dibirin eyaletên bakur yan jî Kanadayê.   

 

Xwe xelas kir û vegeriya yên din xilas bike

Harriet Tubman sala 1849´an bi xwe jî bi awayekî serketî ji destê koledarên xwe revî û xwe gihand azadiyê. Lê ew bi navê xwe yê rêxistinî Moses gelek caran vegeriya eyaletên başûr da ku alîkariyê bi koleyên din re bike ji bo xwe ji koletiyê xilas bikin.

Di dema şerê navxweyî de ew weke hemşîre, aşpêj û qasid ji dewletên bakur re xebitiye. Ber bi dawiya emrê xwe ve ew di nava tevgera jinan a li DYE´yê de jî gelekî çalak bû.

Piştî ku sala 1913´an wefat kir, bi giştî Harriet Tubman hatibû jibîrkirin. Lê di salên 1960´î de kitêbên li ser wê hatin weşandin û nexasim jî kitêbên zarokan kirin ku ew îro weke yekê ji navdartirîn pêşengên tevgera li dijî koledariya li DYE´yê bê nasîn. 

 

Dayika wê pêşî li ber xwe da

Tişta ku li ser pêşiyên wê tê zanîn ne zêde ye. Em dizanin ku pîrka Modesty bi keştiyeke koleyan bi zorê birine Emerîkayê. Wexta zarok bûye, malbata wê ya kole jê re gotiye, ew ji miletê Aşantî ye. Ev mileteke ku îro li ser erdên dewleta Ganayê dimîne. Ji ber ku li ser kalikê wê tiştek nayê zanîn, muhtemel e ku dayika wê Harriet Green, piştî destavêtina mirovekî spî hatibe dinê. Dayika wê koleya malbatekê bûye û sala 1808´an bi koleyê bi navê Ben Ross re zewiciye. Gava Harriet Tubman tê danîn ji ber wê navê wê Araminta “Minty” Ross bûye. Ew yek ji 9 zarokên dê û bavê xwe bû. Bavê wê Ben Ross ji ber wesîyeta koledarê beriya xwe sala 1840´î hat azadkirin, lê dîsa jî ji malbata Thompson re kar kir. Koledarê berê ji bo dayika wê Harriet jî wesiyet kiribû ku 45 salî ew were azadkirin, lê koledarên wê yên nû ev qebûl nekir.

Axir sala ku Harriet Trubman ji wan re çêbû, bi issehî nayê zanîn; wê bi xwe gelek caran sala bûna xwe weke 1825 nivîsiye. Di belgeya mirina wê de rojbûna wê 1815 e. Gelek dîrok zan li ser li hev dikin ku ew destpêka salên 1820´an hatibe dinê.

Koledar, Edward Brodess sê xwişkên Harrietê firotin koledarên din û têkiliya wan a malbatî bi vî awayî ji hev qut bû. Gava ku bazirganên koleyan xwestin birayê herî piçûk ê Harrietê, Moses jî bikirin û bifiroşin, dayika wê bi alîkariya koleyên din û reşikên azadbûyî, ew mehekê veşart. Piştî mehekê, bi berxwedana xwe dayika wê, karî li dijî koledar û bazirganan bi ser keve û nehişt ku birayê wê Moses bê firotin.

Dîrokzan li ser wê yekê hemfikir in ku vê bûyerê kiriye ku Harriet Tubman qaneh bibe ku berxwedan li dijî koledariyê mumkin e û hem jî dikare encamên erênî bi xwe re bîne.

 

Zilma mezin lê bû

Koledara wê, harriet Tubman hîna 5-6 salî bû, bi kirê dida gelek koledarên din. Cara pêşî lazim bû li pitikekê miqate be, lê ji ber ku pitik şiyar dibe û dide qîran û digirî, ew bi derbên qamçiyan tê cezakirin. Ew gelek caran bi vî awayî hatibû cezakirin. Wê carekê got, tê bîra wê ku hê beriya taştê bi xwe ew pênc caran bi derbên qamçiyan hatiye cezakirin. Ber bi dawiya jiyana xwe ve jî wê hîna îşaret bi wan şopên birînên derbên qamçiyan dikir.

Koledara wê ji bo karê nava erdan paşê ew gelek caran bi kirê da gelek koledaran.

Birîneke mezin a li serê wê heta hetayê tesîr lêkir. Gava hîna zarok bû û koledara wê ew şandibû dikanê, li wir nobetdarekî koleyekî din ê ku bê destûr ji malê derketibû, ji Harriet Tubmanê xwest alîkariya wî bike da ku destê wî girê bide. Gava Harriet Tubmanê ew red kir, vî nobetdarî giraniyeke kîloyekê giran avête koleyê din. Lê ev giranî li koleyê din neket, li serê Harriet Tubmanê ket û ew bi giranî birîndar kir. Lê ew nehat dermankirin, heta wê paşê got, “piştî bi du rojan, bi wî halî ez şandim nav erdan da ku bixebitim. Xwîn û xwêdan ewçend bi ser min de xwe diberda, min hew pêşiya xwe didît.”

 

Xwe li beheştê hîs kir

Harriet Tubmanê sala 1844´an bi mirovekî reşik ê azad ê bi navê John Tubman re zewicî. Ji ber ku mêrê wê dixwest wê bi pereyan azad bike, koledarê wê xwest wê bifiroşe, lê kesî ew nekirrî. Destpêka Adara 1849´an koledarê wê Edward Brodess mir. Piştî wê hevjîna wî dest bi firotina milkan kir û malbata Harrietê jî ji hev parçe bû. Ji bo ev nebe, Harriet Tubman ji koledariyê revî. Hingê ew hat girtin, lê ne zêde piştre ew vê carê revî Pennsylvaniayê, lê wê carê birayê xwe bi xwe re nebir: “Gava min dît ku ez ji sînor bihurîme, min li destê xwe nihêrî, ka gelo ez hîna ez im. Her tişt pirr xweş bû, roj li ezman dibişirî, wekî zêr bû, min xwe li beheştê hîs kir.”

 

70 kes bi destê xwe rizgar kirin

Hema piştre, Harriet Tubman li Philadelphiayê bi cih bû û biryar da endamên malbata xwe û mirovên din ên reşik ji koletiyê xilas bike. Ew şixulî, pere berhev kirin. Lê ji ber qanûna 1850´î cezayên mezin li wan kesan dihatin birrîn ku alîkariya koleyan dikirin da ku birevin. Ji ber wê gelek ji wan çûn bakurtir û Kanadayê.

Kanûna 1850´î ji bo ku xizmên wê Kessiah, James Alfred û Araminta neyên firotin çû Marylandê. Vê carê wê dê alîkariya koleyên din bikira da ku birevin. Bi vî awayî ew ji gelek endamên din ên rêxistina Underground Railroad jî cihê bû. Piştî wê sala 1851´ê ji bo ku hevjînê xwe bibîne çû Marylandê, lê ew bi keseke din re zewicîbû. Wê jî biryar da komên din ên koleyan rizgar bike.

Harriet Tubman di nava 11 salan de 13 caran çû Marylandê û kole rizgar kirin. Bi qasî tê zanîn wê bi destên xwe 70 kole rizgar kirine. Bi wê re nexşerêyeke tê de rîyên revê û alîkarên muhtemel nivîsandî, ji bo wê gelekî muhim bûn. Lê di heman demê de, ew pê re bihatana girtin, cezayê wê mirin bû. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.