DYE’yê ceza da çeteyan

Şemî 19 Tebax 2023 - 00:20

Ofîsa Kontrola Dahatên Biyanî ya Wezareta Xezîneya Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê, ceza da Tûgaya Silêman Şah û Tumena Hemze û serçeteyên wan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker in.

DYE’ê ji ber sûcdariya binpê kirina mafê mirovan a li herêmên di bin kontrola çeteyan de, ceza da Tugaya Silêman Şah û Tumena Hemze. Herwiha ceza li serçeteyên van komên çete yên bi navê Muhammed Hiseyîn El Casim, Velîd Hiseyîn El Casim û Seyf Boulad Ebû Bekir, ceza birrî.

Ev komên çete, ji sala 2018’an û vir ve, li Efrîna dagirkirî bi desteka dewleta Tirk dimînin. Ofîsa Kontrola Dahatên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Emerîkayê, Tugaya Silêman Şah, bi koçberiya bi darê zorê ya şêniyên herêmê û ji bo bikarin milkê xwe şûnde werbigrin fîdyeyê didin, revandin û xerac girtinê sûcdar dike.

Tumena Hemze jî li girtîgehên ku kesên ji bo fîdyeyê hatine revandin, tên êşkence kirin û destdirêjî li wan tên kirin, birêve dibin, tê sûcdar kirin. Wezaret eşkere dike ku Muhammed Hiseyîn El Casim, ferman daye hêzên xwe, xelkê Kurd koçber bikin û milkên wan bidin kesên ji derveyî herêmê hatine, Sûriyeyiyên ku xizmê çeteyên vê komê ne. DYE herwiha eşkere dike ku El Casim bi rêya revandin, desteserkirin û fîdeyê, salane bi deh milyonan dolarî bidest dixe. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.