- Komîteya Kurdî ya Eurodramê pêvajoya pêşbirka nivîsandina şanomayan da destpêkirin. Li gorî komîteyê daye zanîn, miracaet dikarin heta 15´ê Adara 2022´yan bên kirin.
Komîteya Kurdî ya Eurodramê pêvajoya pêşbirka nivîsandina şanomayan da destpêkirin. Li gorî komîteyê daye zanîn, miracaet dikarin heta 15´ê Adara 2022´yan bên kirin. Ev cara diduyan e ku ev pêşbirkê tê lidarxistin.
Komîteya Kurdî ya Eurodramê bi daxuyaniyekê got, ew li benda miracaetên şanonûs û nivîskaran e. Endamên komîteyê wê şanonameyên bi Kurdî binirxînin. Yek ji şertan ew e ku şanoname ne kevintir be ji 10 salan. Komîte wê di dawiyê de ji nava berheman 3 şanonameyan bineqîne.
Weşanxaneya Avestayê wê van her sê şanonameyan weke kitêb biweşîne. Encama pêşbirkê wê 27ê Adara 2022´yan bê eşkerekirin. Heta 15´ê Adara 2022´yan jî miracaet dikarin bên kirin.
Kordînatorê Komîteyê şanonûs û derhêner Mîrza Metîn e. Wekî din ev kesên hanê jî endamên komîteyê ne: Berfîn Zenderlioglu (Derhêner, Lîstikvan û Dramaturg, Stenbol), Bariş Işik (Derhêner û Lîstikvan, Amed), Çetoyê Zêdo (Dramaturg, Şanonûs û Lêkolîner, Stenbol), Erdal Ceviz (Derhêner, Stembol), Helîm Yûsiv (Nivîskar û Wergêr, Wupertal), Hilmi Demirer (Lîstikvan, Wergêr, Stenbol), Kawa Nemir (Helbestvan û Wergêr, Amsterdam), Shaliko Bêkes (Derhêner, Dramaturg, Lîstikvan, Moskov), Sînan Akcan (Dramaturg, Senarîst, Stenbol), Zelal Angay (Dramaturg û Derhêner, Enqere).
Par di pêşbirka yekê de, Mistoyê Heco bi şanonameya "Na bavo hê li rawestgehê me" bûbû yekem, Kemal Orgûn bi şanonameya "Pepûk çi ye tu dizanî?" bûbû duyem û Yûsûf Ûnay jî bi şanonameya "Forsa Şêrko" bûbû sêyem.
Eurodram çi ye?
Eurodram tevnek e ku li ser wergera dramaya Ewrûpayê, Deryaya Spî û Asyaya Naverast dixebite û Eurodram rêxistinek e ku bi şêweyekî fermî li Luksemburgê qeydkirî ye û weqfeke li xêra cemaweriyê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN