Pêşbirka helbestan a Arjen Arî taloq bû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 3 Adar 2022 - 05:46

Weşanên Sor ragihand ku dema miracaetên ji bo Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 9'an hatiye taloqkirin. Miracaetên ji bo pêşbirkê heta 1’ê Nîsana 2022’an bi paş ve hatin xistin. 

Di daxuyaniya de Weşanên Sor got, "îsal cara 9. li ser navê Arjen Arî yê yek ji şairên gewre, pêşbirka helbestan tê lidarxistin. Ji bo destpêka pêşbirka îsalîn qederê du meh berê me daxuyaniyek belav kiribû û wextê miracaetan dabû destpêkirin. Li gorî wê daxuyaniyê ji bo pêşbirka îsalîn wextê miracaetê îro (doh) qediyaye. Bes bi biryara me, wextê miracaetê heya 1´ê Nîsana 2022’an hatiye dirêjkirin. Em weke sazkarên pêşbirkê bi vê daxuyaniyê dixwazin bikin ku pêşbirk cardin bê bîra raya giştî."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.