- Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi alîkarî û sponsoriya Komeleya Janê Xelef a Xêrwaziyê li Ingilîstanê, “Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan” li dar dixe
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi alîkarî û sponsoriya Komeleya Janê Xelef a Xêrwaziyê li Ingilîstanê, “Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan” li dar dixe. HRRK’yê şert û mercên pêşbirkê diyar kirin û xwest ciwanên Kurd beşdarî pêşbirkê bibin.
Di bangewaziyê de hat gotin, kesên li gorî şert û mercên pêşbirkê tevnegerin, dê berhema wan neyê qebûlkirin.
Kesên bixwazin helbestê rêkin, divê kurtejiyan, navnîşan, jimarên telefonan û e-peyama xwe nîşan bikin. Her wiha hat gotin, pêwîst e yê/ya helbestvan kexezekê binivîsîne û tê de soz bide ku helbesta şandiye pêşbirkê ya wî/wê ye û li ti deveran nehatiye belavkirin û beşdarî ti pêşbirkan nebûye. Pêwîst e yê/ya beşdar sûretê nasnameya xwe jî bi helbestê re bişîne.
Şert û mercên pêşbirkê li jêr hatine diyarkirin;
Pêşbirk bi zimanê Kurdî ye.
Kesên ku beşdarî pêşbirkê bibin pêwîst e nişteciyên Rojava û Sûriyê bin.
Pêwîst e temenê kesên beşdar ji 18´an ne kêmtir be û ne jî ji 30´î zêdetir be.
Pêwîst e helbesta ku beşdarî pêşbirkê bibe, li ti deveran nehatibe belavkirin û beşdarî ti pêşbirkan nebûbe.
Pêwîst e helbesta beşdarî pêşbirkê bibe, ji deh (10) malikan ne kêmtir û ji pêncî (50) malikan ne zêdetir be.
Pêwîst e helbesta beşdar berî 1’ê Adara 2022’yan bigihîje ber destê HRRK’ê.
Di 29’ê Adara 2022’yan de (roja jidayîkbûna Xelef) dê HRRK navên xelatgiran, li navenda xwe, di komcivîneke çapemeniyê de ragihîne û piştî ragihandinê dê di ahengeke taybet de zirx û nirxên xelatê radestî xelatgiran bike.
Helbestvanên ku di Yekemîn Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a sala 2021’ê de hersê astên xelatan wergirtine, nema dikarin beşdarî vê pêşbirka 2022’yan bibin.
Nirxên xelatên ku dê werin dayîn wiha ne;
Xelata Yekem: 500 Dolar e.
Xelata duyem: 300 Dolar e.
Xelata Sêyem: 200 Dolar e.
Kesên bixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, dikarin helbest, kurtejiyan û pêvekên pêwîst bişînin navnîşana li jêr;
helbest2022@rojava.net
Mobîl û whatsapp: +963 (0) 954 770 104
NAVENDA NÛÇEYAN