Pêşbirka Deqên Şanoyê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Tîrmeh 2024 - 00:13

Komîna Şano ya TEV-ÇAND’ê, bi dirûşma ‘Şano Gewhera Jiyanê ye’ ahenga pêşbirka yekemîn a Deqên Şanoyê ya sala 2024’an, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo li dar xist. Merasîma xelatdayînê bi tevlîbûna nivîskar, rewşenbîr, hunermed û gelek kesan li dar ket. Ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtin dest bi merasîma xelatdayînê hate kirin. Hevserokê Komîna Şanoya Kantona Cizîrê Kawa Fetah piştî ku bi xêrhatina mêvanan kir, da zanîn ku armanca wan ji vê pêşbirkê ew e ku bi huner û wêjeya şanoyê rengê şoreşa azadiyê, bandora dagirkerî û şerê ku li ser civakê tê meşandin weke peyamekê bigihînin cîhanê.

Hevserokê TEV-ÇAND’ê Xelîl Tehlo di axaftina xwe de qala girîngiya dîroka destanên Kurdî kir û diyar kir ku tişta dikeve ser milên wan çîrokên çanda Kurdî, wê nifş bi nifş berdewam bikin. Piştî axaftinan Komîna Şanoyê ya TEV-ÇAND’ê,  bi du şanoyên bi navên “ Yan Ez, Yan Em” û “Wê Werin” derkete pêşberî mêvanan.

Piştre nivîskar û helbestvan Beşîr Mele Newaf, nivîskar û helbestvan Diyala Elî, nivîskar û helbestvan Kemal Necim, nivîskar û rexnegir Ebdumecîd Xelef, nivîskar û rexnegir Ebdulwehab Pîranî li ser dikê hatin vexwendin û ji wan re spasname hatin dayîn. Herî dawî ji 23 teksên şanoyê ku ketibûn pêşbirkê de nivîskar Elaa Ebdullah bi teksa şanoya bi navê “Reş û Spî “ bû yekemîn, nivîskar Caber Hebîb  bi teksa şanoya bi navê “Qêrîna Axê” ku bi Zimanê Erebî nivîsandibû bû duyemîn û nivîskar Umran Yûsiv jî bi teksa şanoya bi navê “Dînistan” bû sêyemîn. Weke xelat plaket û 5 cildên parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin dayîn. Her wiha di pêşbirkê de ji xwediyê teksên çaremîn, pêncemîn û şeşemîn jî spasname hat dayîn.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.