Pêşangehek ji bo mexdûrên erdhejê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Sibat 2023 - 04:40

Kolektîfa Zaira Oram li Wîntherthûrê pêşangehekê li dar dixe. Dahata ji vê pêşangehê wê li hesabê Heyva Sor a Kurdistanê bê razandin da ku ew jî alîkariyê bigihîne mexdûrên erdhejê.

Ev pêşangeha hunerî ku berhemên hunermêndên jin ên ji Tirkiye, Kurdistan, Sûriye, Îran, Ermenistan û gelek welatên din li bajarê Wîntherthûr ê Swîsreyê hat organîzekirin. Pêşangeh wê heta 24´ê Nîsanê jî vekirî be. Çi dahat ji pêşangehê bi dest bikeve, wê ji bo mexdûrên erdhejê li hesabê Heyva Sor a Kurdistanê bê razandin.

Berhem û xebatên hunermend Zehra Dogan, Marilyn Umurungî, Larissa Araz, Chloé Dall’Olio, Polomo Ayala, Chiara Bersani Reshma Chhibai,, Parastou Forouhat, Nicola Genoveseve, Roman Selim Kheredeine, Kani Maruf, Maria Matiashova, Reut Naum, Valentina Triet li pêşangehê ne. Kolektîfa Zaira Oramê pêşangeh organîze kir.

Pêşangeh, li navnîşana Vogelsangstrasse 4 a li bajarê Wîntherthûrê li qada pêşangehê ya herî mezin a OXYD’ê wê heta bi 24’ê Nîsanê vekirî be.

 

Li ser têgeha ‘bêçandkirinê’ disekinin

Kurator Elenora Stassi ya ji Kolektîfa Zaira Oram ku ji avakerên vê projeyê ye, derheqê pêşangehê de got, ji bo zêdekirina piştevaniya jinan bi hev re, 3 jinên hunermend li ser têgeha “Bêçandkirinê” sekinîne: “Ji xeynî ku ev xebat têkildarê femînîzmê ye, mirov dikare bibêje ku bi dîtîneke polîtîk, rexneyeke li pergala baviksalarî ye.“ 

 

Berhemên balkêş

Hunermend Zehra Dogan, bi xebata xwe ya bi navê Enkebot Jin (Pîr), di nav pêşangehê de ye. Zehra Dogan, ji ber ku xizmên wê di erdhejê de mirine, tev li pêşangehê nebû. Xebata bi navê Enkebot a Doganê wê li vir bê firotin û pereyê jê were wê bexşê mexdûrên erdhejê bê kirin.

Xebateke din a balkêş a pêşangehê jî performansa “Ji Radyoya Erîvanê“ ya Larissa Araz e.

ANF/WINTHERTHUR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.